Li bajarê Swêdê Goteborgê, Însyatîfa Jinan yekemîn kongreya xwe li dar xist û Komîna Jinan a Sema ava kir. Ji bo bibîranîna Fatoş Saglamgoz (Sema) Pirtûkxaneya Şehîd Sema hate vekirin.

Înîsîyatîfa Jinan a Goteborgê 23-24’ê Sibatê aktivîteyeke du rojan li dar xist. Di roja yekem a aktivîteyê de têkildarî pirsgirêkên jinên Kurd ên civakî û koçberiyê semînerek hate lidarxistin.

Piştre jinan bi biryarekê Însyatîfa Jinan veguherandin Komîna Jinan û kongreya xwe ya destpêkê kir. Di komînê de nêzî 30 jinî cihê xwe digirin û ji 5 komîsyonên cuda; rêxistinkirin, civak, ciwan, perwerde û piştevaniyê pêk tê.

Di kongreyê de berxwedana Leyla Guven hate silavkirin û peyama piştevaniyê ya bi girtiyên di greva birçîbûnê de ne û berxwedêrên li Strasboûrgê hate dayîn.

Beşdarên kongreyê banga têkoşîn û xwedîderketina li çalakiyên grevên birçîbûnê kir.

Di roja duyan a aktivîteyê de ji bo bibîranîna Fatoş Saglamgoz, Pirtûkxaneya Şehîd Sema hate vekirin. Hinek jinan jî qala bibîranînên xwe yên bi Saglamgoz re kir.

Koma şanoyê jî têkildarî pirsgirêkên malbatên Kurd ên ji Kurdistanê hatine Swêdê şanoyek pêşkêş kir.

Sema kî ye?

Fatoş Saglamgoz (Sema) roja 9’ê Cotmeha 2003’an li Qada Gûstav Adolf a Goteborgê ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bedana xwe dabû ber êgir.

 

GOTEBORG