
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ya herêma Şedadê yekem civîn li gel komînên herêmê lidar xist. Di civînê de armancên avakirina komînan û xebatên wê ji welatiyan re hate vegotin.
Di civîna ku li salona Şaredariya Gel a Şedadê hatiye lidarxistin de nûnerên TEV-DEM`ê, Meclîsên êşîrên herêmê û bi dehan serokên komînan û endamên komîteyên komînên herêmê amadebûn. Salona civînê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xemilandin.
Di civînê de endamê TEV-DEM`ê Selman Mehmûd got ku bi amadebûna serokên eşîreyan û endamên komînan nîşan dide ku şêniyên herêmê ji bo pêkanîna bingehên rêveberiya gel û avakirina civakeke demokratîk di nava liv û tevgerê de ne.
Ji bo civakeke rêxistinkirî
Her wiha Mehmûd diyar kir ku armanca wan wek TEV-DEM`ê ew e ku komîn bibe çavkaniya sereke ya tevahî pêkhateyên gel û bibe bingeha çareserkirina hemû pirsgirêkan û wiha pê de çû: ʺJi ber vê yekê divê em komînan û komîteyên wê aktîf bikin da ku em karibin civakeke rêxistinkirî avabikin, pirsgirêkên xwe çareser bike û pêdiviyên xwe peyda bikin.ʺ
ANHA/HESEKÊ