Dr. Andrea Ploger dersdar e li Dibistana Bilind a Alice Salomon (ASH). Dr. Ploger li ser rûdanên siyasî yên li Tirkiyeyê dibêje, sîstemeke ku hemû azadî û maf tinê tên hesibandin hatiye afirandin û îşaret dike bi şaşiyên komîsyona Ewrûpayê yên redkirina Tirkiyeyê di muzakereyên endametiyê yên sala 2004´an de û bazara li ser penaberan a par.

Dr. Ploger îşaret bi guherîna ecêb bi lez ali Tirkiyeyê dike û dibêje, "ji kêliyeke pêşîlêvekirinê ya ku tê de komên civakî yê mîna Kurd û Ermeniyan dikarîn xwe birêxistin bikin di raya giştî de xwe bidin der, bi carekê ber bi sîstemekê ve veguherî ku hemû azadî û maf tine dihesibîne."

Li gorî wê red kirina Tirkiyeyê di muzakereyên endametiyê yên sala 2004´an de şaşiyeke Komîsyona Ewrûpayê bû ku di vê rewşa heyî de dewra wê jî heye.  Li gorî Dr. Progel şaşiya din a ku Komîsyona Ewrûpayê kirî bazara li ser penaberan a bi Tirkiyeyê re bû: "Erêkirin, yan jî destekkirina bazara-Tirkiyeyê dikare weke nîşanekê bê dîtin ku pê Yekîtiya Ewrûpayê (YE) bi rengekî serê xwe li ber Tirkiyeyê ditewîne, di demeke wisa de ku Tirkiye xwe ji wan îdealên di dema muzakereyên endametiyê de dayî ber wê, xwe qut kir, ez di vê yekê de reaksiyoneke avaker a Komîsyona Ewrûpa nabînim beramberî rewşa heyî ya Tirkiyeyê." 


 BERLÎN