Komîteya Ewropayê ji bo Parastina dijî Êşkenceyê (STP) saziyekî kontrola peymanên ku li dijî êşkenceyê ne, li dijî cezayekî ne însanî û pêkanîna cezayên ku ne li gor mafê mirovan e, pêk tîne. Komîteyê parastina kesên ku, ji azadiyê hatine qûtkirin dike.
Parastin li dijî êşkenceyê ye.
Ev parastin li dijî hemû ceribandinên cezayên ku rêza mirovan binpê dikin e.
Ev komîte ji bo diyalogan e.
Serî lê dide kesên ku girtîngehan de tên pelişandin.
Li gor encama pirsên xwe ji dewletan dike û li benda bersivan dimîne û li gorî bersivan û rewşê xwe dilivîne.
Komîte hemû cureyê girtîgehan de dikole û hewl dide ku jiyana girtiyan di nav ewlekariyê de derbas be. Komîte bêyî ku çûyîna xwe bide zanîn dikare biçe welatan. Lê divê li welatan de diyar bike ku, diçe kîjan girtîgehan.
Komîte di têkiliyên xwe de azad e.
Dikare bi hemû kesên gitrtî re biaxife û li malan de pêwendiyên xwe ava bike û axaftinan bidomîne.
Komîte raporan li ser welatan amade dike û pêşniyaz û tedbîrên xwe ji bo parastina kesan ji êşkenceyê pêşkêş dike.
Heger dewletek pêşniyarên komîteyê nepejirîne, komîte raporên xwe pêşkêşî raya giştî dike.
Lê di eslê xwe de hemû pêşniyar veşartî tên girtin.
Ev şert ji bo hemû welatên ku peyman îmze kirin e, derbaz dibe.
Tirkiyê jî di dema xwe de ev peyman îmze kiriye.
Li gorî vê jî ev maf û şert ji bo girtiyê Imralî Abdullah Ocalan jî derbas dibin.
Ocalan 13 sale ku girtî ye.
Mafê girtiyan bi salane ku ji bo Ocalan derbas nabin.
Berpirsiyarên hiqûqê yên Tirkiyê rê nadin ku mafê girtiyan ji bo Ocalan jî derbas bin.
Parazerên wî nikarin biçin ziyaretê.
Di demên dawiyê de, êdî malbata wî jî nikare biçe serdanê.
Ev 45 rojin ku tu îşareta jiyanê ya Ocalan diyar nîn e.
Ne parêzer ne jî malbat dikarin agahdar bin.
Ne çapemenî ne jî raya giştî dikarê ji Ocalan xeberekê bigire.
Li ber çavên Ewropa û CTP’yê mafên girtiyekî tên talankirin.
STP bêdeng dimîne.
Lê ev kar li ser milên CTP’yê ye.
CTP di deh salên dawiyê de çar caran çûbû serdana Ocalan.
Lê bi bingehîn tiştek xwe neguhertiye.
Parêzer nikarin biçin Imraliyê.
Lê parêzer çawa dikarin parastina xwe ji bo Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê amade bikin?
Di 9’ê mehê de li ber avahiya CTP greva rûniştinê pêk hat.
Me wek delefasyonekî dosyayek radestî CTP‘yê kir û têkilî danî.
Di hevditînê de me agahdarî li ser rewşa Ocalan pêşkeş kir.
Daxwaza me: şandina delegasyonekî ji aliyê CTP’yê bû.
Divê CTP berpirsariya xwe bîne cîh.
Wekî din rêxistinekî Ewropayê ya parastina girtiyan li dijî êşkenceyê nîn e.
Ji ber vê yekê jî cîhê ku kurd serî lê didin CTP‘yê.
Ji ber vê yekê jî berpirsariya CTP di vê demê de girîng e.
Tenê CTP dikare bi baandora xwe li dijî êşkence û cezayên ne însanî bigire. Ne dereng, Îro!