Li navçeya Rihayê Wêranşarê, hêzên dewleta Tirk a dagirker bi îdiya “PKK’î lê hene” li dijî malekê operasyoneke qirkirinê bi rê ve birin. Hat zanîn ku yek ji kesên hatiye kuştin xwediyê malê ye. 

Li taxa Cumhuriyetê ya Wêranşarêpêr êvarê ev operasyon bi rê ve çû û 2 jê jin 4 kes di encamê de hatin qetilkirin. Der barê nasnameyên kesên qetilkirî de agahiyeke girîng jî heye:  Yek ji wan xwediyê malê Erol Ozgezer e. 

Li aliyê din li gorî agahiyên ji navçeyê, Ozgezer li taxa xwe bi salan e elektrîkvaniyê dike û yek ji kesên bi wî re qetilkirî jî bûka cîranê wî ye. Lê ev agahiya dawî hîna hê nehatiye piştraskirin. Der barê nasnameyên 2 kesên din de agahî nehatin bidestxistin. 

Li gorî agahiyên şahidan, ev mala Ozgezer, ev demek e ku nedihat bikaranîn. Lê ji ber ku cihê karê wî li taxê ye, her roj motorsîkleta xwe dianî li vê derê dihîşt û dema ku doh motorsîkleta xwe anî, ev bûyer qewimiye. 


 RIHA