Parlementera Partiya Hawirdor a Keskan a Swêdê û Berdevka Polîtîkayên Derve Bodil Ceballos, daxuyaniyên rayedarên Tirk ên weke “bi qezayê çêbû” rexne kir û got; “Ev komkujî bi qeza an jî lêborînê nayê piştguhkirin.”
Parlementera Swêdî destnîşan kir ku ev komkujî parçeyek ji êrişên dijwar ên ji polîtîkayên hikûmeta AKP’ê ya li hemberî Kurdên ku daxwaza mafên xwe yên mirovahî û çandî dike, ye û hişyarî kir ku dê ev êrişên bi vî rengî nefretê zêdetir bike. Ceballos diyar kir ku ew ê pêşnûmeyek der barê komkujiyê de bibe Parlementoya Swêdê.
Parlementerê Partiya Karker a Demokrat Peter Hutqvist jî bi daxuyaniyekê bêdengmayîna Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Carl Bildt a li hemberî girtin û komkujiyên li Tirkiyeyê li hemberî Kurdan pêk tên, rexne kir.
Hultqvist destnîşan kir ku demeke dirêj e ku li Tirkiyeyê li hemberî BDP’ê zextên sîstematîk hene, rêber û şaredarên ji partiyê hatine girtin û ji meha gulana 2009 heta niha piraniya wan rêveberên BDP’ê 7 û 748 kes hatine girtin.
Hultqvist, pirsa “Hûn ê li hemberî zextên dewleta Tirk li hemberî BDP’ê dimeşîne û komkujiya li Roboskiyê pêk hat çi bikin?” ji Wezîrê Karên Derve yê Swêdê Bildt pirsî.
Parlementera Partiy Çepgir a Hambûrga Almanyayê Cansû Ozdemîr ji bo balê bikişîne ser komkujiya Roboskiyê yak u 35 Kurd têde jiyana xwe ji dest dan, çûbû Kurdistanê. Ozdemîr der barê bûyerê de ji ANF’ê re axivî.
Ozdemîr û Parlementerên Partiya Çepgir Alî Atalan û Hamîde Akbayir, nivîskar û endamê melcîsa Şaredariya Altona ya Hambûrgê Rober Jarowoy li herêmê lêkolîn kirin û diyar kir ku komkujî bi plan pêk hatiye.Ozdemîr destnîşan kir ku wana der barê komkujiyê de bi şahid û malbatên ku kesûkarên xwe di komkujiyê de wenda kirin re hevdîtin pêk anî. Ozdemîr diyar kir ku li gorî tiştên ku şahid, gundî û malbatên kesên hatine qetilkirin gotine komkujî bi plan pêk hatiye û got ; “Rapora me ya der barê lêkolînên me de dê di rojên pêş de amade bibe û em ê bi raya giştî re parve bikin.”
Ozdmîr diyar kir ku ji bo bikaribin komkujiyê bibin rojeva raya giştî ya Ewropayê ew ê hemû hewldanan bikin û bal kişand ku civîn, xwepêşandan û nerazîbûnên li hemberî komkujiyê ji bo vê yekê girîng in.
Ozdemîr ragihand ku ku ew ê piştgirî bidin serlêdana BDP’ê ya ji bo Dadgeha Mafê Mirovan a Cenewreyê, Konseya Ewropayê û Dadgeha Ceza ya Navneteweyî û diyar kir ku ew dixwazin firotina çekan a ji Almanyayê bo Tirkiyeyê bibin rojeva Parlementoya Hambûrgê. Ozdemîr destnîşan kir ku piraniya çek û bombeyan li Hambûrgê têne çêkirin û bi rêya Hambûrgê digihin Almanyayê. Ozdemîr got; “Ger di komkujiyê de çekên Alman hatibin karanîn, divê hikûmeta Alman jî hesabê bide.”
STOCKHOLM / HAMBURG