Cîgirê Serokê Koma BDP’ê û Parlementerê Şirnexê Hasîp Kaplan diyar kir ku komkujiya li gundê Roboskî yê navçeya Qilabana Şirnexê pêk hat û di encamê de 35 kes jiyana xwe ji dest dan, li Enqereyê hatiye plankirin. Kaplan diyar kir ku wana ji bo serlêdana li Neteweyên Yekbûyî , Komîteya Mafê Mirovan a Cenewreyê, Konseya Ewropayê û Dadgeha Ceza ya Navnetewî dest bi xebatê kiriye.
Kaplan diyar kir ku dema komkujî çêbû Serokê BDP’ya Şirnexê êvarê telefonî wî kir û agahî da û diyar kir ku Roj TV’yê ji demjimêr 3’yê şevê ve dest bi weşanê kir. Komkujiya ku 36 kes têde jiyana xwe ji dest dan, bi awayeke aşkere hatiye biplankirin. Her wiha Kaplan da diyarkirin ku gelek kesên birîndar ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan.
Kaplan got; “Wezîrê ji koordînasyonê berpirsyar Beşîr Atalay di daxuyaniyekê de gotibû ‘Dê operasyonên entegre, bi plan, bi bername bidomin û kordîne jî temam e. Li wir bi qasî 3 demjimêran gundiyan li wir hiştin. Piştî wî jî dîmen li Enqereyê hatin analîzkirin û kontrolkirin û pişte jî hate bombebarankirin. Ev yek nîşan dide ku li Enqereyê hatiye plankirin. “
Kaplan diyar kir ku armanca wan ew bû tu şahidên bûyerê nehêlin û her kesê bikujin û got ; “Ev yek hovitî ye û cezayê wê jî muebet e. Ev yek li gorî belgeyên NY, yên dadgeha ceza ya navneteweyî, zangonên nanveteweyî û neteweyî sucê mirovahiyê ye. “

Xwest çavê Kurdan bitirsînin

Kaplan der barê armanca komkujiyê de jî diyar kir ku armanca wan a yekemîn ew bû çavê gelê Kurd ê li ser sînoran bitirsînin û dixwaze çavê gelê Kurd û Kurdên Iraqê bitirsîne. Kaplan diyar kir ku nîva xizmên wan kesan li Dihok û Zaxoyê dijîn û di rêveberiya herêmê de ji fermandarî, heta parlementeriyê xwedî wezîfe ne. Kaplan got ; “Li aliyekê ji Kurdên li Tirkiyeyê re gotin ‘Em kê bînin, em ê lê bixin’, li aliyê din jî xwestin ji Rêberiya Kurdan a li Iraqê re bibêjin ‘we destûr neda em li ser Zaxoyê re operasyon li hemberî Qendîlê bikin, em ê mirovên we bikujin.”

Qeymeqam bi xêra me rizgar bû 

Kaplan diyar kir ku piştî konê sersaxiyê hate danîn, rêveberên bajêr û navçeyan ên AKP berê xwedan Qilabanê, lê piştre aşkere bû ku ew ne ji bo sersaxiyê, ji bo pêşwazîkirina wezîran hatine. Kaplan diyar kir ku gava ew çû cihê sersaxiyê bi hezaran kes li wir bûn û malbatan ji wî re gotine ‘Em naxwazin rayedarên dewletê bêne vir’. Kaplan diyar kir ku piştre hin qorûciyên Sêgirkê, AKP’yî û Qeymeqam, hatin sersaxiyê û got ; “Ez wê demê ji bo çapemeniyê li derve bûm. Gelê me nerazîbûn nîşanî qeymeqam neda. Lê qeymeqam xwest pankarta bi konê seraxiyê ve bê danîn. Gel vê yekê qebûl nekir. Piştî ku qeymeqam derket, gelê bi hêrs êrişê wî kir. Lê rêveberên me ew birin li helîkopterê siwar kirin. Min anons kir û gel belav kir.

Emê biçin Dadgeha Sûcê Şer
Kaplan bal kişand ser helwesta Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û bi bîr xist ku li binê tezkereya leşkerî ya li derveyê sînor, îmzeya wî jî heye û got; “Lê Kiliçdaroglû got ‘ev yek komkujî ye, em ê bibin Meclîsê.’ Ji ber wê jî gelê me dengê xwe nekir. Bi dehan şande hatin û çûn, gelê me nerazîbûn nîşanî tu kesekê nedan.”
Kaplan diyar kir ku wana ji bo serlêdana li Neteweyên Yekbûyî , Komîteya Mafê Mirovan a Cenewreyê, Konseya Ewropayê û Dadgeha Ceza ya Navnetewî dest bi xebatê kiriye.


 ANF/ENQERE