Di bîranîna li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bernê de, Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl jî amade bû.

Piştî rêzgirtina ji bo bibîranîna mirovên di komkujiyan de jiyana xwe ji dest dayî, Togrûl peyivî û got, dewleta Tirk ji ber mejiyê xwe yê netewe dewlet, mafê jiyanê nade mirovên ne li gorî wê, Togrul destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl dide cihêrengiyan asîmîle bike, yên li hemberî asîmîlasyonê li ber xwe didin jî qetil bike.

Togrûl diyar kir ku armanca bingehîn a komkujiyên Mereş, Roboskî û yên mîna wan ew e, ku cihêrengî û hêzên mûxalîf ên li dijî zîhniyeta dewletê derdikevin, werin tinekirin.

Togrûl bal kişand ser polîtîkayên qetlîamker ên dewlet li hemberî îlanên xwerêveberiyê dimeşîne û got, "Du sedemên vê hene. Ya yekemîn; dixwaze vîna têkoşîna azadiyê ya Kurd a li Kobanê û Şengalê derket holê bişikîne, ya duyemîn jî nehêle ku Kurd bi neteweyên din ên li Kurdistanê re bibin hêzek û li pêşiya daxwaza xwerêvebirinê ya Kurdan bibe asteng. Li hemberî van polîtîkayên dewletê pêwîst e ku em li her cihî rabin ser piyan."

Piştî Togrûl li ser navê DEM-KURD'ê Hidir Dêrsim peyivî û got, zîhniyeta 93 salan a dewleta Tirk neguheriye û dewleta Tirk li hemberî daxwazên herî xwezayî polîtîkaya qetlîamker dimeşîne.


Dakevin meydanê

Li bajarê Swîsre Bienneyê, di merasîma bîranînê ya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Bîenneyê de, mirovên di komkujiyên Roboskî û Mereşê de jiyana xwe ji dest dayî, hatin bibîranîn.

Di bîranînê de bal hat kişandinî ser polîtîkayên qetlîamker ên dewleta Tirk û hat xwestin ku xwedî li xwerêveberiyên li Kurdistanê bê derketin û ji bo pûçkirina polîtîkayên dewleta Tirk, gel dakeve meydanan. 


 BERN/BIENNE