Di dema komkujiya li ser gelê Ermenî, jinên ku ji aliyê misilmanan ve bi zorê hatin revandin û zilamên wan hatin qetilkirin, tirsiyan ku serpêhatiyên xwe ji xizm û derdora xwe re bêjin. Ji ber ku jinên ciwan serpêhatiyên xwe negotin û rabirdûya xwe ji zarokên xwe re venegotin, di nava nivşê berê û niha de pira jiyane qut bû. Yek ji van minakan jî Keça Vartera Xerpêtî Şirin Tan e.
Dayika Şîrîn Tan Vartera beriya ku jiyana xwe ji dest bide çîroka xwe ji keça xwe re vegot. Tan, anî ziman ku piştî HADEP nas kir nasnameya xwe û çanda xwe jî nas kir. Varter a Ermenî, li Dêrsimê bi leşkerî re hate zewicandin. Keça Varter Şirin Tan, beriya ku dayika wê bimire çîroka dayika xwe fêr bû. Dayika Şîrîn Tan bi salan bi eba reş geriya û qet ken li ruyê we neket. Varter ku hunerê wê yê destan gelekî pêşketî bû, ji ber buherekî pispor li enstrumanê dixist şika keça wê Şîrîn Tan zêde kir ku diya wê Ermenî ye.
Tan ku her tim bi gotina "Veyve veyve" bang li diya xwe dikir, çîroka dayika xwe wiha vegot: "Wax û wax me qet ew fam nakir. Me êşê wê parve nekir. Kesî derdê wê nepirsî. Ez niha pir xemînim ku min ew fam nekir." Tan ku ji ber ew berê nas nekir û êşa wê parvenekir xemgîn e, niha bi hunera destan ku ji dayika xwe fêr bûye şal û ceyizan çêdike.
Bi HADEP'e re nasnameya xwe jî nas kir
Şîrîn Tan, ku niha li Îzmîre dijî diyar kir ku pir dereng fêr bû ku diya wê Ermenî ye û wiha got: "Ji ber vê yekê min qet der barê serpêhatî û çîrokên dayika xwe de pirs ji dayika xwe nekirin. Piştî ku min HADEP nas kir, min nasname û dîroka xwe jî nas kir. Min fan kir ku Ermenî rastî komkujiyê hatine. Dema em koçî Qeyseriyê bûn dema mirovan xwe ji me aciz dikirin digotin 'Ma hûn Ermenî ne, dola Ermeniyan' û wekî Ermenî kesên nemaş bin nêzî me dibûn. Piştî ku ez zewicîm û li Îzmîrê bicih û war bûm. Li Îzmirê xwendekarên zanîngehe car carna behsa komkujiya Ermeniyan dikir. Rojekê li Çigliyê karê min hebû. Ji ber ku navroj bû û her der girtî bû li hemberî min avahiya HADEP'e hebû. Piştî min tabelaya wê dît ez çûm wir.
Ji ber ku ez elewiyê Kurd bûm min xwe nêzî wir dît. Min dît ku li hundir greva birçîbûnê heye. Ez pir germ pêşwazî kirim. Min dît ku li dîwar li ser 8'ê Adarê, Seyit Riza'nın, Yilmaz Guney nivîs nivîsandibûn. Dîsa li ser komkujiya Ermeniyan Kurd û çerkezan pirtûk hebûn. Di nava wan çend saetan de deriyek li min vebû. Min nizanibû ku 8'ê Adarê û Seyît Riza çiye. Piştî min fam kir ez bûm evîndarî partiyê. Êdî HADEP'ê û mirovên wir ez kişandim nava xwe. Min li wir fam kir ku Ermenî rastî komkujiyê hatine. Min li wir serpêhatiyên suryanî, qereçî rûman fam kir."
Li benda mirinê bû
Tan ku 26 sal berê dayika xwe winda kiriye dema behsa diya xwe kir çavê wê tije hêsir bû û wiha axivî: "Diya min her ti bêdeng bû. Wekî ku li benda mirinê be. Her tim digot 'Em kom kirin û tehcir kirin' Lê ne tehcîr bû ava Hîzolê bû. Hemû avêtin çem û di avê de xeniqandin. Bavê min mezinên Dêrsiyan bû. Tan, anî ziman ku navbera dayika wê û bavê wê pir xerab û û wiha berdewam kir: "Ji ber ku bavê min jî di nava kujerê ku ziruyeta wê qir kirin de cih digirt. Her çend bavê min digot min kes nekuştiye jî mirovên leşkeriyê bû. Dayika min 11 zarok anîn dinyê. Tu roja zarokên wê li ser paşeroja wê pêre sohmet nekir. Dayika min her tim digot 'Çi serê min de hat? û xemgîn dibû."
Hewldana hevdîtinê
Tan, da zanîn dema wextê leşkeriya xalê wê hat ji diya wê re gotiye "Ez leşkeriya Tirkan nakim" û çiye Amerîkayê û wiha pêde çû. "Piştî xalê min çû Amerikayê û ji diya min dûr ket, vê carê bavê min destûr neda ku dayika min û xalê min xwe bigînin hev. "Demekê diya min li Qeyseriyê diçû dêrê. Piştî demekê bersîv hat. Xalê min li Chicago yê bû. Pişt re name ji hev re şandin. Xalê min hemû lêçûna dayika min da ser xwe û bilêta teyarê jî jêre kirî. Xalê min di got 'Ez dê te ji cîhana tarî derxim û bînim cihê ronî. Lê pişt ra xalê min winda bû. Mirina dayika min jî pir xemgîn bû. Diya min beriya ku bimire ji derdora xwe re got 'Bila kefenê min reş be' Dixest êş û jana wê bê zanin. Dema ez çûm îzmîrê min tim name ji daylika xwe re dişand. Lê piştî demekê êdî bersîv nehat. Ji ber ku dayika min felç bubû. Dema birayekî min ji yana xwe ji dest da dayika min di nava nivîsanan de bû û her tim digot 'Veyve veyve. Zekî mir' Piştî demekê dayika min jî mir. Heta ku ez çûm dayika min hatibû definkirin. Ew bi kefenê reş defin kiribûn. Dayika min dixwest gora wê dûz be û kes cihê gora wê nizanibe."
Komkujiya Gelhe Ermenî di destpêka sedsala 20'an, dema şerê cîhanî yê yekemîn (1914–1918) û tevgera azadiya Ermeniyan di nav sînorên Împeratoriya Osmanî de pêk hat. Di komkujiya Ermeniyan de di navbera 300.000 û 1,5 milyon Ermenî hatin qetilkirin. Di herdû dehsalên beriya vê komkujiyê de bi dehhezaran Ermenî hatin kujtin. Dema şerê dewleta Osmanî û Ûris di sala 1876'an de Ebdulhemîd 2'yemin bû Sultan. Serhildana Mîr Bedirxanan di salên 1821-1847'an de, dagirkirina Îraqê ji aliyê Îngilîzan ve, şerê Ûris û çeteyên Ermeniyan û bi serhildana Şêx Ubeydulahê Nehrî ve dewleta Osmanî ketibû rewşek xirab.
Dewleta Osmanî di gulana sala 1915'an de fermana nefiya Ermeniyan derdixîn. Ermeniyan ji ber zilma Osmaniyan ber bi Îraq û Suriyê koçber bûn û hinek ji karwanên Ermeniya xwe ji qirkirinê xilas kirin. Hinek ji wan jî di rê de ji aliyê cendirmeyên Tirk û Alayên Hemîdiye ve hatin qetilkirin. Bi taybetî Ermenî û Kurd bi hev hatin qirkirin. Misilmanan Kurd û Ermenî bi hev dan kuştin. zilamên Ermenî kuştin û keçik û jinê wan ji xwe re anîn. Jinên Ermenî ku zilamên wan rastî komkujê hatin û ji aliyê Tirkan û misilmanan ve hatin desteserkirin, ji tirsan heta demekê newêrîbûn serpêhatiyên xwe ji xizm û zarokên xwe re vebêjin.
FERHAT ÇELÎK -DÎHA/ÎZMÎR