DUISBURG: Li bajarê Elmanya Duisburgê, bi armanca şermezarkirina Komkujiyên Mereş û Roboskî û şermezarkirina cezayên darvekirinê yên rejîma Îranê li girtiyên siyasî yên Kurd birî ye, li ber Stasyona Trenê ya Navendî mîtîngek lidar xist. Di axaftinan de hat gotin ku tu cudahî di navbera çeteyên li Kobanê û Şengalê êrîş kirine û yên li Mereş û Roboskî Kurd qetil kirine, nîne.
MANNHEIM: Li bajarê Mannheimê jî, Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk û Navenda Civaka Kurd li lokala ATÎK’ê panelek lidar xistin. Panela ku nûnerên NAV-DEM, AGÎF, ATÎK û ADHK lê amade bûn, bi deqeyeke rêgirtinê destpê kir. Li dû nîşandana sînevîzyona li ser komkujiyan, nûnerên saziyan pêşkêşî kirin.
DORTMUND: Li bajarê Dortmundê jî, li Dergaya Dakme ya Navenda Çanda Elewiyan, qurbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskî hatin bibîranîn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, di bîranînê de li dokûmanterê hat temaşekirin. Dûre rojnamevan Huseyîn Narli axivî û anî ziman ku mejiyên komkujiyan dikin her tim li ser desthilatdariyê ne.
TOULOUSE: Li bajarê Fransa Toulouse jî, ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiyên Roboskî û Mereşê civînek hat lidarxistin. Li ser navê KCD-E Felat Marînos peyivî û got, “ Ya girîng rê û rêbazê hesabpirsînê ye.”
DEN HAAG: Li bajarê Hollanda Den Haagê jî, bi armanca bîranîna qurbaniyên komkujiya Roboskî civînek hat lidarxistin. Di axaftinên piştî nîşandana sînevîzyonê de hat ragihandin, ku medya Tirk li pêşberî komkujiyê lîstika sê meymûnan lîstiye.
KOPENHAGEN: Navenda Civaka Kurd a Danîmarkayê, bi armanca bîranîna qurbaniyên komkujiyên Mereş û Roboskî civînek lidar xist. Hevserokê FEY-Kurd’ê Şoreş Bilikan li civînê peyivî û mehkemenekirina kiryarên komkujiya Roboskî şermezar kir.
NAVENDA NÛÇEYAN