Xwendekarên Zanîngeha Celal Bayar, meclisa ciwanan a Manisayê ya BDP’ê jî tevli bûn û di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Aydin Erdem hat hildan. Di meşê de bê navber dirûşme hatin berzkirin. Xwendekarê Zanîngeha Celal Bayar, Mazlum Aka axivî û got: “Dewlet û çapemeniya alîgir her tim komkujiya polîsan vedişêre. Komkujiyên polîsan her tim didomin. Divê dewlet vê baş bizane; ger xetên sor yên dewletê hebin yê me jî hene.”Serokê BDP’a Manîsayê Kerem Taylan jî axivî û balkişand ser bedelên ku gelê kurd dane û got: “Tu hêzên ku êrîşên zarokên vî gelî dikin, bila ji me bêdengiyê nepên. Şehîd û ciwanên me xeta me ya sorin.” Piştî daxuyaniyê Aydin Erdem hat bibîranîn. Li navçeya Zeytînburnu ya Stenbolê jî BDP’ê û HDP’ê gotin; emê bêdeng nemînin.

BDP’ê û HDP’ê qetilkirina sê kurdan a li Geverê bi meşekê protesto kir. Girse ji taxa Seyitnizam hat cem hev û heta Bulvara 58. meşiya. Di meşê de bê navber dirûşme hatin berzkirin. Serokê BDP’a Zeytînburnu Îsmet Çetîn Kaya, komkujiya Geverê lanet kir. Xwendekarên Zanîngeha Mersînê yên demokrat û şoreşger jî qetilkirina 2 welatiyên li Geverê ji aliyê polîsan ve, şermezar kirin. Komek ji endamên Meclîsa Xwendekarên Zanîngeha Mersînê (MEU) yên Demokratik û Welatparêz (DEM-YOM) bûyerên li Geverê şermezarkir. Koma xwendekaran li kampusa Çîftlîkkoyê kom bû û meşiya. Bi sedan xwendekarên meşiyan qetilkirina Reşît û Veysel Îşbilîr ên ji aliyê polîsan ve şermezar kirin. Xwendekaran di çalakiye de bê navber dirûşmên "Şehit namirin", "Kujer dewlet dê hesabê bide" qîriyan.  Xwendekaran piştî 10 deqîqeyan çalakiya rûniştinê pêk anîn belav bûn û dawî li çalakiyê anî.

 NAVENDA NÛÇEYAN