Çalakiyê li ber Dêra Stephandomê pêk hat. Li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk Derya Ay daxuyanî da çapemeniyê. Ay ragihand ku li gundê elewiyan ê Sûriyeyê Îştebrak ê li nêzî Hatayê ye, çeteyên El Nûsra yên ji Komara Tirkiyeyê destekê dibînin, gelek Elewî qetil kirine û got, “Komara Tirkiyeyê û hikûmeta AKP’ê ji her awayî ve destekê dide rêxistinên terorê El Nûsra, DAIŞ û yên mîna wan. Li hemû welatên xwedî mafên mirovan ên gerdûnî, xwedî û berpirsyarên komkujiyên bi vî rengî yên li dijî mirovahiyê weke rêxistinên terorê tên pênasekirin. Lê belê hikûmeta AKP’ê van hovan weke rêxistineke terorê qebûl nake û di ser re hewl dide wan mafdar nîşan bide.”

Serokê Desteya Pîrên Federasyonê Ercan Sîndî jî di axaftina xwe ya li vir de bi vî rengî ji pêşhateyên baweriyan ên li cîhanê re axivî: “Li pêş çavê tevahiya cîhanê mirov ji ber baweriya xwe çi jin zarok û extiyar tên qetilkirin. Em weke oldarên baweriya Elewî di wê baweriyê de ne ku divê baweriya Elewî jî li vê cîhanê bijî û mafê her bawerî, çand û neteweyan hene jiyana xwe dewam bikin.” 


 ANF/VIYANA