Wan rojên dawî ji girtîgehan nûçeyên sosret tên. Pêşî li girtîgeha Rihayê serhildanê destpêkir û niha jî belav bûye li girtîgehên Ceyhan, Dîlok û Osmaniyeyê.
Herkes gereke baş fem bike, çima li girtîgehan serhildan derketiye. Pirsgerêkên li zindanan ne îro destpêkiriye, bi salane ku pirsgerêkên mezin hene û Wezareta Dadê jî rewşa zindanê baş dizanîbû.
Her wiha rewşa xirab a girtîgehan, şert û mercên wan ji aliyê her kesî ve dihate zanîn. Lê herkesî cavên xwe girt û bêdeng ma.
Li her girtîgehê pêwiste mafê girtîyan bê dayîn, ji ber ku mafên wan li gorî adaletê heye.
Lê belê, li Tirkiyeyê ev maf tûneye û herkes dizane ku pirsgerêkên li girtîgehan ev demeke gelekî dirêje didomin. Pêwiste ku mirov gotinên AKP'ê fêm bike, ku li zindanan û li ser miriyan jî siyaset tê meşandin.
Dema mirov wêneyên serhildanên li zindanan temaşe dike ku polîs dibêjin tişt tune, lê belê çima wê demê 13 mirî û bi dehan girtî birîndar dibin. Ji aliyê din ve pêwiste ku mirov fêm bike ku Serokwezirê Tirk Recep Tayyip Erdogan li balifirgehê axaftinek çawa dike û pişt xwe nanêre û diçe Meksîkayê.
Ku ev girtî ne Kurd bûna, gelo Recep Tayyip Erdogan li pişt xwe temaşe nekirina û necûna Rihayê?
Dewletê spasdariya xwe ji bo tevkujiya zindanê aşkere kir û bi vê yekê re müdürê zindanê li deverekê din li Samsûnê hat wezîfedar kirin.
Çima hesabê 13 mirovên girtî yên şewitîn ku cenazê wan bile nehatin naskirin lêpirsîn nehate kirin?
Çima dewlet xwedî li malbatan derneket?
Çima polîsan ji derveyê zindanê êrîşî malbatan kir?
Gelo hewqas bikaranîna gazê li zindanê û ji derveyê zindanê şerefeke ji bo hikûmetê?
Gelek hevalên min niha di zindanê de ne û hemî jî dema ji min re dinivsînin ku pirsgerêkên li girtîgehê, aynî pirsgerêk in.
Ez sersaxiyê ji malbatên hemû kesên ku di vê komkujiyê de hatin qetîlkirin re dixwazim û ji hemû birîndaran jî şefayê xêrê dixwazim.
Xwedê sebrê bide...
Komkujiya li Girtîgeha Rihayê