Roja 3’ê Tebaxê 2014’an çeteyên DAIŞê êrîşî herêma Şengalê ya başûrê Kurdistanê kirin. Piştî êrîşê pêşmergeyên PDK’ê çeperên xwe berdan û rê li pêşiya DAIŞ’ê vekirin ku derbasî Şengalê bibin û dagir bikin. Di encamê de komkujî pêk hat û bi hezaran Êzîdî hatin kuştin û nêzî 5 hezar jin û zarok hatin revandin.

Gava çeteyan 9’ê Hezîrana 2014’an çeteyên DAIŞ‘ê bajarê Mûsil ê Iraqê dagir kirin hejmarek mezin çek û cebilxane bi dest xistin. Paşê çeteyan bi alîkariya Tirkiyê û PDK’ê êrîşî Şengalê kirin. 


Komkujiya sedsala 21’an

Roja 3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê bi çekên giran êrîşî herêma Şengalê kirin û dagir kirin, çeteyan komkujiyek pêk anîn û nêzî 5 hezar jin û zarok revandin.

Dema ku çeteyan êrîş kirin pêşmergeyên PDK’ê li ser fermana rayedarên xwe çeperên xwe berdan, çawa artêşa Iraqê bajarê Mûsilê ji çeteyan re berda.

Artêşa Iraqê hêzên xwe ji bajarê Mûsilê kişandin û bajar radestî çeteyên DAIŞ’ê kirin, paşê DAIŞ‘ê berê xwe da bajarê Telaferê ku şêniyên wî Tirkmen û Şîa ne û wir jî dagir kir. Tirkmenên Telaferê ji bajar reviyan û berê xwe dan Şengalê, welatiyên Şengalê jî deriyên xwe ji wan re vekirin û parastin. Lê paşê Hikûmeta Iraqê Tirkmen û Şîayên xeta Dihok û Hewlêrê bi balefiran veguhestin bajarên Necef, Kerbela û Bexdayê.


Nîşanên êrîşa li dijî Şengalê

Çeteyên DAIŞ’ê navçeya Bilic a başûr rojavayê Şengalê ku şêniyên wê Erebin dagir kirin, piştî çend rojan navçeyeke din a li başûrê Şengalê jî dagir kirin, ji xwe wê çaxê herêma di navbera Şengal û Sûriyê de di bin destê DAIŞ’ê de bû, bi vî awayî başûrê Şengalê bi tevahî kete bin kontrola çeteyên DAIŞ’ê.

Li rojhilatê Şengalê bajarê Telaferê bi din destên DAIŞê de bû, her wiha DAIŞ‘ê di demeke kin de navçeya Zumarê jî dagir kir, lê paşê YPG’ê û pêşmergeyên YNK’ê beşekî vê navçeyê rizgar kirin.

Bajarokê Rebîa yê li hemberî bajarokê Til Koçerê yê Rojava herêmeke stratejîk bû, rojhijatî wê di bin kontrola YPG’ê de bû û rojavayê wê jî di bin kontrola DAIŞ’ê. Beriya ku DAIŞ êrîşî Şengalê bike xwest ku herêma Şengalê ji hemû aliyan ve dorpêç bike, lê şervanên YPG’ê beriya wê bajarokê Rebîa û paşê jî Ceza xistin bin kontrola xwe û plana DAIŞ’ê ya dorpêçkirina Şengalê vala derxistin.


PDK’ê beşdarî civîneke veşartî bû

Li gorî nûçeye rojnameya Yeni Ozgur Polîtika a ku li Ewrûpa tê weşandin, roja 1’ê Hezîranê li paytexta Urdun Umanê civîneke veşartî hatiye lidarxistin. Di civînê de nûnerê Emerîka, Israîl, Erebistana Sûdî, Tirkiyê û PDK’ê beşdar bûn. Tê gotin ku plana êrîşa Mûsilê di vê civînê de hatiye standin, ji xwe piştî 7 roja êrîş destpê kir.

Beriya êrîşa Şengalê jî di navebera PDK’ê û Tirkiyê de civînek hate lidarxistin, ji xwe paşê pêşmergeyên PDK’ê ji Şengalê vekişiyan û deriyên Şengalê ji DAIŞ’ê re vekirin.


Rewşa ewlekarî li Şengalê beriya êrîşê

Li Şengalê du hêzên leşkerî hebûn, artêşa Iraqê û hêzên ewlekariya Iraqê û hêzên pêşmergeyên PDK’ê. Dema ku Tirkmen û Şîa reviyan Şengalê çeteyan çend caran êrîşî bajarê Şengalê kirin. Şengaliyan jî kar û barên parastina xwe kirin û çeperên xwe kolan, şêniyên gundan jî li dora gundên xwe çeper çê kirin û bi şev û roj nobet digirtin. Her ku êrîşek pêk dihat hêzên pêşmergeyan dihatin cihê êrîşê çend gule berdidan û paşê vedigeriyan baregehên xwe.

Wê çaxê welatiyên Şengalê dixwestin li dijî DAIŞ’ê şer bikin, lê pêşmergeyan digotin ”bersiva êrîşan nedin”. Li her gundekî çend pêşmerge hebûn ji gundiyan re digotin şerê DAIŞ‘ê nekin û eger pêwîst bû emê bersivê bidin. Ango rayedarên pêşmergeyan nehiştin ku gundî şerê DAIŞ‘ê bikin, digotin eger hûn bersiv bidin dê DAIŞ gundê we bombebaran bike, bi van gotinan welatî dihatin xapadin. Her wiha dema ku welatiyan ji bo parastina xwe çekên giran dixwestin çek nedidan. Dema ku leşkerên artêşa Iraqê Şengal berdan çekên xwe li şûn xwe hiştin, welatiyan dest danîn ser van çekan lê pêşmergeyan careke din ew çek ji destê welatiyan derxistin.


Şeva êrîşê

Derdora saat 03.00 berê sibehê êrîş destpêkir, çeteyan gundê Girzerkê topbaran kir û pevçûnên dijwar li wir qewimîn, piştî nîv saatê çeteyan êrîşî gundê Sîba Şêx Xidir kirin. Welatiyan liberxwe dan, lê ji ber ku çekên wan kêm bûn welatiyan xwe paş de kişand. Paşê çeteyan êrîşî gundên Rambosê, Tilqesab, Koço û Tilbinadê jî kirin, çekên giran bikar anîn. Derdora saat 06.00’an gelek birîndar gihiştin nexweşxaneya bajarê Şengalê.

Di heman demê de hêzên pêşmergeyan kar û barê vekişînê kirin, maşînên wan di bin parastina çekên giran de ji herêmê vekişîn Bêyî ku welatiyan agahdar bikin ji herêm vekişiyan. Welatiyên ku heta wê çaxê li dijî çeteyan liber xwe didan, piştî ku bihêzên pêşmerge vekişiyan bê moral ketin. Welatiyên ku maşînên wan hebûn jin û zarokên xwe birin û derketin, yên ku maşînên wan tune bûn bi meşê berê xwe dane çiyayên Şengalê. Welatiyên ji bajêr direvîn tenê gotinek dihat ser zimanê wan, ew jî  ”pêşmergeyan em firotin ”. Saat 10.00’an çeteyên DAIŞ’ê bi hêsanî ketin bajarê Şengalê. Di saat 11.00’an de dengê teqîneke mezin hate bihîstin, çeteyan mezarê Seyde Zeyneb a Şîiyan teqandin. Di heman demê de bi deh hezaran Şengalî ber bi çiyê ve bi rê ketibûn.


Meşa mirinê

Welatiyên ku bi maşîneyan û yên ku bi meşê jî derketin berê xwe dane çiyanên Şengalê. Rêyên rojhilat û rojavayê bajêr girtî bûn, ji xwe kesê ew rê bi kar nedianî, welatiyan jî berê dane rêyên çiyayên Şengalê ji ber ew rê bi ewle bûn. Rê ji mirovan hatibû dagirtin û rêya çûyinê zehmet bû. Ji ber birçîbûn û tîbûnê welatî 12 saatan diman ta ku digihiştin çiyê. Rewşa zarokan gelek aloz bû, ji birçîn û tîna digrîn, pîr û kal jî nedikarîn bimeşin, ciwanan bi firaxan av ji kal û zarokan re tanîn. Bi sedan zarok di rê de mirin û li çiyê di bin keviran de hatin defin kirin.

Çeteyan çiyanên Şengalê dorpêç kirin û xwestin rê li welatiyên qut bikin. Welatiyên ku li ber mirinê man tenê hêviyeke wan hebû, ew jî komek gerilla ku beriya êrîşê berê xwe dabûn çiyayên Şengalê û erdnîgariya wê naskiribûn. Koma şervanan beriya ku DAIŞ xwe bigihîne çiyanê Şengalê cihê xwe girtin û rêya derbasbûnê çiyê parastin û nehiştin ku çete ber bi çiyê ve pêş bikevin û bi vî awayî bi hezara Êzîdî ji mirinê xilas kirin.


Daxuyaniya Karayilan û derbasbûna gerilayan

Piştî komkujiyê ji Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel (HPG) Murad Karayilan daxuyaniyek da çapemeniyê û diyar kir ku gerila amade ne derbasî Şengalê bibin. Roja din komên şervanên HPG’ê, YJA-STAR ji bo parastina Êzîdiyan derbasî Şengalê bûn, her wiha komên gerila derbasî Kerkuk, Mexmûr û derdora Hewlêrê jî bûn û li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer kirin.


Korîdora mirovahiyê

Di vê navberê de şervanên YPG’ê û YPJ’ê ji bo vekirina korîdorekê di navbera Rojava û Şengalê de dest bi operasyoneke leşkerî kirin. Armanc ew bû ku bi sedhezaran Êzîdiyan ji mirinê xilas bikin. Di encama operasyonê de korîdor hate vekirin û bi deh hezaran Êzîdiyên Şengalê ku asê mabûn derbasî roja hatin kirin.

Piştî vekirina korîdorê bi hezaran Şengaliyan berê xwe dan Rojava, di vê navberê de bi hezaran welatiyên kantona Cizîrê jî ji bo pêşwazîkirina Şengaliyan di nava seferberiyê de bûn, welatiyan bi maşînên xwe Şengalî veguhestin kampa Newroz a li herêma Dêrikê, her wiha li ber sînor av û xwarin ji koçberan re amade kirin.


Avakirina Yekîneyên Berxwedana Şengalê

Piştî komkujiya Şengalê û piştî ku pêşmerge reviyan û Êzîdî di nava destên DAIŞ’ê de hiştin, welatiyên Şengalê naskirin ku pêwîste hêza xwe ya parastinê ava bikin da ku karibin li kêleka gerilayan Şengalê rizgar bikin û biparêzin. Di 4’ê tebaxa 2014’an de Yekîneyên Berxwedana Şengalê bi awayekî fermî hate ragihandin û ji wê rojê de li kêleka HPG’ê, YJA’ê-STAR ji bo rizgarkirina Şengalê ji çeteyên DAIŞ’ê şer bike. Piştî wê 11 çileya 2015’an jî hêza leşkeriya ya jinên Êzîdî bi navê YPJ-Şengal hate avakirin.


Meclisa avakar a Êzîdiyên Şengalê

Roja 14’ê meha Çile 2015 nûnerên gelê Êzîdî di civînekê de damezrandina Meclisa avakar a Êzîdiyên Şengalê ragihandin. Li gorî rayedarên meclisê yek ji sedemên ku DAIŞ kete Şengalê ji ber ku Êzîdî bê rêxistin û bê parastin bûn lewma pêwîst dîtin ku vê meclisê ava bikin. Berdevkê Meclisê Xidir Salih diyar ku meclisa wan bi îradeya gelê êzîdî hatiye damezrandin û armanca wan birêxistinkirina gelê êzîdî û pêşî lêgirtina komkujiyan e.


CÎHAD ROJ/ANHA




Ciwanan meşek li dar xist



Di salvegera Komkujiya Şengalê de bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şengalê doh meşek bi beşdariya sedan ciwanan li Çiyayê Şengalê pêk hat.

Ciwanên ku xwe li wargehên Rojava û Başûr rêxistin kirine, li bajarê Dêrikê kom bûn, bi otobusan ber bi Şengalê ve hatin û li navçeya Sinûnê a herêma Şengalê gihiştin ciwanên wargehên çiya û li wir dest bi meşa xwe kirin.

Meş li ber Navenda TEV-DA ta bajarokê Sinûnê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir, û li geliyê Kersê bi dawî bû, paşê bi otobusan ciwan û gel ber bi goristana Şehîdan ve çûn. Li goristana Şehîdan merasîmek hat lidarxistin. Merasimê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre jî daxuyaniya tevgera ciwanan hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat gotn ku di dîrokê de gelek ferman bi destê dewletên dagirker li ser civaka Êzîdî hatine kirin û tim xwestine ku miletek bê vîn û bê bawerî ji xwe re kedî bikin. Lê Êzîdîtî qet tine nebûye û xwe tim parastiye.

Di berdewamiya daxuyaniyê de li ser fermana 74’an jî hat rawestîn û wiha hat gotin: “Di 3’ê Tebaxa 2014’an de careke din, bi şêwazekî girantir û hovtir fermana 74’an bi ser gelê me de hat, ku xiyanetek mezin ji aliyê PDK’e ve li ser me hat kirin. Bi reva pêşmergeyên wê û hiştina sivîlan ber li destê hovên DAIŞ’ê pêk hat. Di encamê de  bi hezaran xort, keç, kal, zarok, jin ketin destê DAIŞ’ê û bi hezaran kesan jî jiyana xwe ji dest dan.”


Şehîdên Pirsûsê bi bîr anîn

Di daxuyaniyê de alîkariya Tirkiyeyê ya bi DAIŞ’ê re jî hat şermezarkirin û wiha hat gotin: “Bingeha DAIŞ’ê li Tirkiyeyê ji aliyê MÎT’ê ve hat avakirin û armanca sereke fermanê li ser gelên azadîxwaz û xwedî dîrok û çand pêk bîne ye, ji ber vê yekê îro AKP dixwaze bi êrîşên xwe yên li dijî tevgera azadiya Kurdistanê û komkujiya Pirsûsê careke din DAIŞ‘a binketî li ser lingan bihêle. Em wek ciwanên Şengalê helwestên xerab ên PDK’ê û êrîşên AKP’ê şermezar dikin û banga me ji dewletên navneteweyî re heye ku piştgiriyê bidin wî gelî û hêza ku em ji fermanên DAIŞ’ê û hevkarên wê xelas kirine û bi sed hezaran azad kirine. Her wiha banga me di vê roja salvegerê de ji bo hemû gelê me heye û bi taybet jî ciwan berê xwe bidin qadên berxwedanê li nav refê YBŞ û YPJ – ŞENGAL cih bigrin û tola şehîdên fermana 74’an rakin.” 


 ANF/ŞENGAL