Li Colemêrgê û navçeyan di salên dawî de ji ber operasyonên zêde komkujiya xwezayê tê jiyîn. Berê Colemêrgê û navçeyên wê bi qadên daristanan dihate zanîn lê di salên dawî de ji ber operasyonan qadên daristanan ji aliyê leşkeran ve tên şewitandin û di mehên zivistanê de jî ji ber birînînên nezan tên taxrîpkirin. Bi taybet ji bo leşkeren Tirk bandora HPG'ê ya li herêmê bişkinê li herêmê di operasyonan de bi hezaran donum qadên daristanan weşitandin. Komeleya Xwezayê ya Cîloyê ya Colemêrgê ya ku têkildarî mijdarê de lêkolînan dike, da zanîn ku di 20 salên dawî de ji ber operasyon, pevçûn û birînên nezan ji sedî 60 qadên daristanê windabûn e. Serokê Komeleyê Xwezayê ya Cîloyê Halît Soydan têkildarî lêkolînên kirin de agahî dan û diyar kir ku li qadên Şemîzanan, Çelê û Geliyê Zê ji ber operasyon, pevçûn û birînên nezan û erozyonê daristan tên qetilkirin. Soydan, anî ziman ku komkujiya xwezayê berdewam dike û divê demildest tedbîr bên girtin.

Ye ku daristan dişewitînin diyar in

Soydan, da zanîn ku di nava 20 salan de ji sedî 60 daristan hatin windakirin û wiha axivî: "Ligel daristan bi zagonan tên parastin bi binceta pevçûn û operasyonan tên şewitandin. Li aliyê din jî cerdevan û derdorên cuda daristanan weke deriyê rantê bikartînin. Di nava sala dawî de me li hemberî komkujiyên xwezayê gelek caran daxuyanî dan. Lê şer her roj xwezayê winda dike. Ya herî li berçav daristanên li Şemzînan in." Soydan, bilêv kir ku li şuna daristanên hatin şewitandin tu şitil nehatin çandin. Soydan, destnîşan kir ku li bajarên rojavayê şunda qadên daristanên tên şewitandin xebatên bikin daristan tên meşandin lê ev yek li bajarên heremê pêk nayên û wiha pê de çe: "Ligel tu şitil lênayên çandin herêm bi tamemî bêdaristan tê hiştin xebat tê kirin. Ji ber vê yekê bi taybet divê daristanên li qadên Çelê, Şemzînan û Qilebanê bên parastin. Divê darên ji bo şewitandênê tên jêkirin bên astengkirin, li qadên hatin şewitandin şitil ên çandin û birîn bên astengkirin divê dewlet li ser alternatîfan xebatê bike."

Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Colemêrgê İsmaîl Akbulut jî wiha got: “Kesên li herêmê daristanan dişewitînin diyar in. Şewatên li rojavayê û herêma me hev û du nagirin. Kiryarên li herêmê daristanan dişewitînin diyar in. Bombebaranên li Şemîzanan û Çelê xwezayê taxrîp dikin. Bi hinceta operasyonan herêmê bê daristan dihêlin. Ev yek sucê mirovahiyê ye. Komeleya me ji bo vê yêk bi hêz deşîfre bike û ji bo bên parastin dê xebatan bike. Em weke mirovên herêmê divê xwedî li daristanên xwe derbikevin." 

DÎHA/COLEMÊRG