Dema tê gotin qirkirin an komkujî li Rojhilata Navîn sê gel tên hişê mirov, Kurd, Ermenî û Asurî-Suriyanî. Di sed sala 21an de jî şerma mezin a mirovahî ye kû komkujîyeke din jî lê zêde bû, ew jî komkujîya Kurdên êzîdî ye li şangalê ye. Dema mirov dîrok û serpêhatîya van komkujîyan dinêrê hemû jî ne tenê qirkirina fizîkî, armanc koçber kirin, dagîrkirin, talankirin û asimlekirin û bi kurtasî ji "xwe" derxstin ye. Piranî van komkujîyan jî ji alî hêzên dewlet-netew a herêmê hatîye kirin, lê mexbin mirov rastîyek heye yên komkujî pêkanîne sûnnî ne, çi Împratorya Osmanî, çi dewleta Tirk, çi Baasîyên Îraq dema Seddam Hûsên û çi DAIŞê. bi taybet li hemberê Kurdên Êzîdî bi darê zorê musilmankirinê ye. Ew jî cewharê sistema faşîzim a desthilatdarên Rojhilata Navîn navîn nîşan dide kû timî ji alî derve pompe kirin.
Lê rastîyake din a divê mirov bibêjê ewe kû ti welatêkî bi qasî Tirkiye hostayane û pisporane komkujî pêkneanîye, hemû hêzên navnetewî tiştên kirine ewqasî valahî jî hêştine kû bikevin bin berpirsyarîya navnetewî lê Tirkiya ne tenê alî hêzên navnetewî naye lêpirsîn lê dewleteke kû komkujîyan dike û hêzên navnetewî jî desthilatdarîya wan diparêzin. heya zihnîyeta dewlet-netewyên Rojhilata Navîn wisa bimînê dû wê komkujî bimînin, tê gotin " eşîretên sunnî berî kû êriş biken ser Kurdên Êzîdî her roj li ser sifra wan xwarin dixwarin lê di şev û rojêkî de bûn dujmin û serkêşîya êrişên DAIŞê kirin".Mirov di şev û rojêkî de nabe dujmin ew raborîya wî heye, a şaş ewe kû em raborî baş naxwenin û dost û dujminê xwe nas naken, di van bûyeran de jî tê dîtin û pirgirêka cewherî ewe kû kû yên zulim diken û yên zulim li wan tên kirin, jin weke mirov nabînin. Li Rojava tevahî wan dimenan berovajî ye ji ber kû zinhnîye ne heman zinîyete. profisoreke Ermenî li konfransa Qirkirin, Edalet û rû bi rûbûnê li Koln li dawî heftê ye hat li derxistin got" li Heleb Ermenî di nava aramî de ne ji ber kû cîranê Kurdin, Li kantona Cizîrê jî Asûrî-Sûryanî bi heman rengî di dêrên xwe de wacibên olî pêktînin û bi hevre bi Kurdan re dijîn,wan hemûyan jî bi saya YPG/YPJ ye" û ji xwe hebûna jinan bi rengêkî aktiv di nava van modêla rêvebirî de nakokîyên veşartî û sergirtî nehêşîtîye kû dagîrker û hêzên navnetewî pê bilîzîn û biken dujminê hev. Tiştêke din herî zêde hawcedarîye, divê karektera Îslama Sûnnî bi cesaret werê niqaş kirin û ji amora desthilatadaran werê derxistin, ne xwe wê timî weke maşeyeke bên bikaranîn û bibin sedema komkujîyan û timî jî jinan bibin qurbanên pêşîn. Lê divê werê gotin kû komkujîyan tenê karektera sedsala 20an nîne lê karektera pergala desthilatdarîye hezaran salin, timî rengên cûda bi taybetî jinan kirine qurban. Yek ji tiştên werê kirin ewe kû ji mexdûrên komkûjîyan têkoşeran werin afirandin, dibe kû ev rêbaza herî bi rûmet a zûhakirina destên derveyî û rawestîna li hemberê faktorên hûndrûn jî be di pêkanîne Komkujîyan de.