Salek bi Komkujiya Roboskê re derbas bû lê hîn jî kujerên ku gelê kurd wan baş nas dike nehatine aşkerekirin. Dîktator û tîranên îro ji bo ku ser xwîna rîjandine binixumînin çi ji destê wan tê dikin. Lê gelê kurd ji bo ronîkirina komkujiyê tim berxwedana xwe pêş xist. Endamê Meclisa Partiyê ya BDP’ê Ferhat Encu ku di heman komkujiyê de gelek xizm û mirovên wî hatin qetilkirin komkujiya Roboskiyê nirxand û diyar kir ku bi berxwedana gelê kurd wê polîtîkayên komkujiyan yên kujêran têk biçe û ew ê ji bo kujer bên darizandin têkoşîna xwe bidomînin.


Komkujiya Roboskî çima hat kirin?

Dema ku bi her aliyan ve mirov li vê komkujiyê dinêre û ji destpêkê heta niha li gorî min komkujiya Roboskî ji bo ku peyameke bidin kurdan pêk hat. Ev komkujî di esasê xwe de tê wateya ez ê hem we qetil bikim, hem we terorîst îlan bikim  û ez kengî û bi çi awayî bixwazim dikarim we bikujim û qir bikim. Komkujî bi vê zîhniyetê pêk hatiye... Ew bi komkujiyeke bi vî rengî xwestin ku bibînin wê reaksiyona gelê kurd çawa be. Ji xwe re gotin ku gelo em komkujiyeke wisa pêk bînin wê nerazîbûnên wan çawa bin û bi vê komkujiyê ceribandinek kirin.  Dîsa yek ji armanca wan ew bû ku li vir kesên ku bazirganiya xwe li ser sînor dikin qetil bikin û yên vê bazirganiyê dikin çavtirsandî bikin. Çûn û hatina wan asteng bikin û bazirganiya li ser sînor ên ku ne di tekela wan de ye têk bibin.

Belê, li gorî we Komkujiya Roboskî pêvajoya siyasî û ramanên mirovan çawa guhert?

Komkujiya Roboskî di nav gelê me encameke weha derxist ku gel êdî zêdetir bi têkoşînê re bê girêdan û ji doza xwe paşve neavêt.  Ev komkujî kir ku ramanên siyasî zêdetir bihêztir bibe, yekitî û hevgirtina di navbera kurdan de qehîmtir û kûrtir kir. Hişt ku di navbera kurd û tirkan de veqetîneke hestî pêk were. Komkujiya Roboskî di navbera kurd û tirkan de bû dûryanek û bû noqteya şikestina hest û hêviyên pevre jiyanê. Lê dikarim bibêjim ku komkujiya Roboskî ne li gorî dilê kujeran bi pêş ket. Hesabên wan ên ku tirs û xofê di nav gel de pêş bixin berovajî bûn. Gelê kurd û dostên gelê kurd bi vê komkujiyê re di navbera xwe de tifaqeke jixweber pêş xist.

Gelo bi vê komkujiyê re xwestin ku kurd bi tirs û xofê bikevin û serî bitewînin yan na?

Helbet. Armanca wan a sereke ew bû ku bi kurdan paşve gav bidin avêtin û serî bi wan bidin tewandin. Ji ber ku li çar parçeyên Kurdistanê ev zîhniyeta qetlîamger li hemberî kurdan kuştinê hema bêje her roj pêk dianin. Kujêran got ku em ê qetil bikin û wan ji komkujiyê derbas bikin, herî zêde wê 10 roj di rojeva wan de bimîne û ew ê were jibîrkirin. Ji ber ku bi salan e ku li gelê kurd zilm û îşkence dikin, ew digotin ku ew ê bikaribin komkujiyeke bi vî rengî bikin û li gorî dilê xwe polîtîkayên xwe jî bimeşînin. Hikûmet difikirî ku kurd serê xwe li hemberî hemû polîtîkayên dewletê ditewînin û gelekî wisanin ku li hemberî dewletê serî ranakin. Lê piştî komkujiya Roboskî derket holê ku gel Roboskî û gelê kurd hemû bi sekn û berxwedana xwe polîtîkayên wan pûç derxistin... Xwestin ku piştî komkujiyê hinek pereyan bidin û dengê gel qut bikin. Lê me dengê xwe qut nekir heta berztir kir, me dev ji doza xwe berneda. Me her tim komkujî di rojevê de hişt û ligel hemû zext, binçavkirin û girtinan jî me têkoşîna xwe bilindtir kir. Têkoşîna me heta em bigihîjin encamê jî wê berdewam bike.

Ji bo gundê Roboskî û gelê kurd piştî komkujiyê rewşek çawa derket holê?

Di destpêkê de ji bilî kesên ku xizmên xwe di komkujiyê de windakirin deng derket lê belê li gundên din li hemberî komkujiyê zêde nerazîbûnên xwe nîşan nedan. Bi awayekî vekirî di destpêkê de em di gund de tenê man. Ev yek jî ji ber ku bi salane dewlet li ser mirovan polîtîkayên çewisandin pêk tîne bandor dike. Weke hûn jî dizanin di gund de sîstema dewletê ya entegreya cerdevaniyê heye. Ez naxwazim behsa van cerdevanan bikim lê belê pêzanîna wê jî girînge. Gelek kes ji ber ku dahatuyek wan tunebûn zorî cerdevaniyê hatine kirin û bi vî awayî jiyana xwe didin domandin. Hinek cerdevan ji bo ku pereyê ku kar dikin ji destê wan neçe dest ji cerdevaniyê bernedan.
Ji ber ku tu bihane li ser 34 bedenan nayê qebûlkirin. Dema ku mirov li gelê herêmê dinêre, ez difikirîm ku wê gelê tirk û kurd ji hev bi qete û wê gelê kurd şerê şoreşgerî yê gel bide destpêkirin û bedelê wê çibe bila bibe wê gel hesabê komkujiyê bi awayekî herî xurt bi pirse. Lê belê, mixabin, bi vî awayî nebû. Dema ku mirov li dîrokê dinêre wek komkujiya Roboskî gelek komkujiyên din hatine serê me. Weke komkujiya Helepçe, Dêrsim, Zîlan, Şirnex û Agiriyê. Li hemberî van komkujiyan herî zêdê de gelê kurd yê li Bakûrê Kurdistanê dengê xwe derxist lê belê parçeyen din yên ku kurd lê dijîn nerazîbûnên xurt nîşan nedan. Dibe ku li hemberî komkujiya Roboskî li çar parçeyên Kurdistan û kurdên ku li Ewropayê dengê xwe hinek bilindkirin. Ev yekitiya ku divê saetê de pêşketiye dide fezkirin. Ev yek têrê dike, na.

Ji destpêka qetlîamê heta niha malbatan du tişt anîn ziman. Daxwaza yekem ew bû ku kiryarên qetlîamê bên aşkera kirin û bên darizandin, ya din jî xwestin ev bibe wesîleya aştî û diyalogê. Gelo hikûmetê AKP’ê li hember van daxwazan çi kir?
Jixwe komkujiya Roboskê rûpoşa hikûmeta AKP’ê daxist. Du daxwazên malbatan hebûn. Ya yeke bila kiryar bên aşkera kirin û cezayên giran ji wan re bên birîn. Ya din jî xwestin ev bibe wesîleya aştî, edalet û diyaloga navbera gelan. Jixwe ji bo malbatan ya girîng ew e ku mirov wiha neyên kuştin. Komkujiya Roboskî jî derveyî pirsgirêka kurd nîne. Ev komkujî bi pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Ger pirsgirêka kurd nebûya, ev komkujî jî pêk nedihat. Em dibêjin ji bo komkujiyên din pêk neyên û komkujiya Roboskî ji bo gelê kurd xaleke girîng e. Divê hikûmet jî hesabê xwe baş bike. Divê hikûmet bi zilm û komkujiyên ku pêk tîne re rû bi rû bibe. Lê mixabin hikûmeta AKP’ê berovajî vê yekê tevdigere.
Li hemberî gelê kurd polîtîkayên cudatir meşand. Ev saleke hê jî nîqaşên gelo sîvîl in, an nîn in tên kirin. Li gorî wan rijandina xwîna kurdan tiştekî meşrû ye. Jin be jî, zarok be jî, kal û pîr be jî, çi dibe bila bibe kurdbûna wan  ji bo qetilkirina wan rewa tê dîtin. Li gorî me divê wiha nebe. Ger şaşiyeke be, divê ev şaşî bihata sererastkirin, ger qezayek be divê ev di aaliyê madî û manevî de pêk bihata. Dema em dibêjin madî, mebesta me ew e ku kiryar bên aşkerekirin û ji wan re ceza bên birîn, dema em dibêjin manevî daxwaza me ew e ku pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk û aştiyane bên çareserkirin. Lê wisa nebû, Erdogan herî dawî dîsa derket televîzyonan got yek dewlet, yek al, yek milet, an hûnê van kirinan qebûl bikin, an jî bicehimin biçin. Axatfinên bi vî rengî tu caran pirsgirêkê çareser nake û agirê pêketî gurtir dike. Divê kurd li hemberî helwestên bi vî rengî bêdeng nemînin. Divê kurd bertek nîşan bidin û bibêjin tu li welatê ku bera kê didî. Em bi hezaran sal in li ser vê axê dijîn. Ew piştre hatine û me deriyê xwe ji wan re vekiriye. Lê niha ew ji me re dibêjin bicehimin biçin. Me her tim got gelê kurd û tirk bira ne.
Ez dixwazim li ser vê yekê tiştekî bibêjim. Ligel me kurdan li ser esasê biratiyê polîtîkayeke jiyanê heye. Lê ew wekî dema osmaniyan ji bo şerê text serê birayên xwe jê dikin. Em dibînin ku ev zîhniyet hê jî di tirkan de heye. Ji ber şerê text, carnan em bi zîhniyeta ku serê heft birayên xwe şerjêkirine re rû bi rû dimînin. Em kurd wekî gelekî bira dixwazin bibin xwedî heman mafan û heman statuyê. Ger statuyeke bi vî rengî neyê nasîn, mixabin plana neteweyeke din heye. Ez wisa difikirim ku ger wiha bidome divê kurd peyva biratiyê bidin aliyekî û careke din vê peyvê bi kar neynin.

Hûn endamê Meclisa Partiyê ya BDP’ê ne. Ji destpêka qetlîamê heta niha sekna BDP’ê çawa bû û çi kirin?

BDP’ê tu caran malbatên Roboskî tenê nehişt. Erdogan xwedîderketina BDP’ê wekî siyaseta li ser xwînê bi navkir. Lê ez wisa nafikirim. Eger BDP di vê mijarê de samîmû nebûya, dikaribû bi awayekî cuda bi kar bianiya. BDP’ê li gorî daxwazên malbatan têkoşîn meşandin. Ez jî difikirim ku serokwezîr Erdogan li ser xwînê siyaseteke qirêj dimeşîne. Ji ber ku li gorî wan du pênaseyên sîvîl hene. Ya yekem sîvîlên tirk, ya duyem sivîlên kurd. Li gorî wan kurd tu caran nabin sîvîl. Li gorî wan tu kesên ku fikir û ramanên wan nepejirînin nabin sîvîl, polîtîkayên xwe li ser vî esasê dimeşînin.


MEHMET ZEKÎ ÇÎÇEK / DÎHA/ŞIRNEX