
Şandeya ku di nav de Hevseroka KCD'ê Aysel Tûglûk jî hebû piştî çalakiya "Ji bo Roboskiyê Nobeta Edaletê" a bi dirûşima "Me Roboskî ji bîr nekir û em nadin ji bîr kirin" li Gundê Roboskiyê pêk anîn serê sibê daxuyanî dan çapmeniyê û piştre dest bi meşê kirin.
Di daxuyaniyê de Hevseroka Giştî ya KCD'ê Aysel Tûglûk, Parlementerên BDP'ê Halil Aksoy Esat Canan, nûnerên KESK, Genel-Îş, MEYA-DER, înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Goç-Der, TZPKurdî, TUHAD-DER, Komeleya Piştevaniya 78'an a Amedê TMMOB, ÎHD, nûnerên saziyên jinan û çandê, ESP, EMEP, şaredar û endamên meclîsên şaredariyan û malbatên 34 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan amade bûn. Di çalakiyê de wêneyên 34 kesên di komkujiyê de hatin qetilkirin hatin vekirin. Li ser navê komê Hevseroka Giştî ya KCD'ê Aysel Tûglûk daxuyanî xwend.
Tûglûk, anî ziman ku di dîroka komarê de komkujiya herî mezin pêk hatiye û di ser komkujiyê de 6 meh derbas bûn, lê hêj kujer û berpirsiyar nehatine ronîkirin. Tûglûk, da zanîn ku 34 welatiyên sivîl ku jê 19 zarok bûn ji bo debara xwe bikin û têkoşîna jiyanê bikin, dema li ser sînor qaçaxçîtî dikirin ji aliyê balafirên şer ên F-16 ve hatin qetilkirin û perçekirin. Tûglûk, da zanîn ku ji ber vê komkujiye hêj êşa gelê Kurd germ e û pir mezin e. Tûglûk, da zanîn ku li gel 6 meh di ser komkujiya 28'ê berfanbara 2011'an re derbas bûn, hêj ji bo ronîkirina bûyerê tu gav nehatine avêtin û ser komkujî tê nixumandin û wiha got: "Em bang li hikûmetê dikin û dibêjin 'Ka polîtîkayên înkar û îmhayê bidawî bûbûn?Gelo nixumandina komkujiya Roboskiyê redkirina komkujiyê ne polîtîkaya înkarê ye? "
Tu gav nehatin avêtin
Tûglûk, da zanîn ku 6 meh di ser komkujiyê re derbas bûn, lê hêj der barê komkujiyê de lêkolîn û lêpirsîn nehatiye destpêkirin. Tûglûk, bi lev kir ku înkara komkujiyê û bervajîkirina komkujiyê dê rê li pêş komkujiyên nû vekin û wiha berdewam kir: "Şolîkirin û înkara komkujiyê Roboskiyê mirovan diqehirîne. Daxuyaniyên Serokwezîr, rayedarên hikûmetê, Wezîrê Navxweyî, Serfermandar di daxuyaniyên xwe de komkujiyê înkar dikin û dixwazin ser komkujiyê veşêrin. Di daxuyaniyan de birîn û êşên malbatên 34 kesên di komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dikin xwîn dikin."
Mikûrhatina rastiyê
Tûglûk, di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku serokwezîr Erdogan, li xwe mikur hatiye û diyar kiriye ku wan komkujî pêk anîye. Tûglûk, bi bîr xist ku pişti komkujiyê Serokwezîr ji ber komkujiyê Serfermandar pîroz kiriye û wiha got: "Gelo ev çi derûnî û wîjdan e. Hem komujiyê pêk tînin û hem serfermandaran pîroz dikin. Hem lêborînê naxwazin û hem jî dixwazin bi tazmînatê ser komkujiyê bigirin. Dixwazin bi pereyan ser komkujiyê bigirin. Em ji we pereyan naxwazin. Em ji we ronîkirina komkujiyê dixwazin."
Tûglûk, destnîşan kir ku li ser komkujiya Roboskiyê rantê dixwin û xwest êdî bes li ser komkujiyê rantê bixwin û rast nêzî mijarê bibin û wiha pêde çû: "Rayedar 6 mehin dixwaze komkujiyê ji rojevê derxe. Ka polîtîkayên îmhayê bi dawî bûbûn? Em bang li Serokwezîr dikin û dixwazin berçavka rantê ji çavê xwe derxe û berçavka wîjdan têxe çavê xwe. Sernokwezîr, Wezîrê Navxweyî û Serfermandar pêşbirga înkarê dikin. Heta ku berpirsiyar ronî nebin dê komkujiyên nû berdewam bikin. Dixwazin mejiyan tev li hev bikin û mijarê şolî bikin. Şerê derûnî dimeşinin. Lê em vê yekê qebûl nakin û em dest ji doza komkujiyê bernadin. "
Tûglûk, bang li hikûmet û rayedaran kir û xwest êdî dest ji polîtîkayên înkar û îmhayê berdin û rastiyê aşkere bikin. Tûglûk, da zanîn ku ew hem di qada neteweyî û hem jî di qada navneteweyî de dest ji dozê bernadin û dê serî li hemû rêyên hiqûqî û zagonî bidin. Tûglûk bi bîr xist ku wana Komkujiya Roboskiyê biriye Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (DCN) û got; “Komkujiya Roboskiyê sucê mirovahiyê ye.” Tûglûk diyar kirku ew ê dest ji vê meseleyê bernedin û destnîşan kir ku komkujiyên Roboskî û Riha parçeyên êrîşên bi plan in.
'Bêdeng nemînin'
Tûglûk, bang li her kesî kir û xwest li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemînin. Tûglûk, destnîşan kir ku kesên li hemberî komkujiya Roboskiyê bêdeng bimînin şeytanê bê ziman in. Tûglûk, xwest her kes guhê xwe bide dengê wîjdanê xwe û dengê xwe bilind bikin. Tûglûk, daxuyand ku ew dê li hemberî komkujiyê bêdeng nemînin, ji bîr nekin û nedin ji bîrkirin.
ANF/ŞIRNEX
'Nasnameya we serê we bixwe'
Girseya ku di pêşengiya KCD'ê de çûn gundê Roboskiyê û bi dirûşima "Me ji bîr nekir û em ji bîr nakin" çalakiya "Ji Bo Roboskiyê Nobeta Edaletê" pêk anîn rastî mudaxaleya leşkeran hat. Girseya ku xwestin bimeşin cihê komkujiyê rastî mudaxaleya leşkeran a bi ava şid hatin. Malbatên Roboskiyê bertek nîşanî mudaxleyê dan û gotin, "Li Roboskiyê zîhniyet neguherî bila hemû cîhan bibihîse."
Girseya ku di pêşengiya KCD'ê dê bi armanca şermezarkirina komkujiya Roboskiyê ya ku di 28’ê berfanbara (kanûn) 2011'an de li gundê Roboskiyê yê navçeya Qilebanê ya Şirnexê pêk hat û 34 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan, dest bi nobetê kirin.
Şandeya tevî Hevseroka KCD'ê Aysel Tugluk, wekîlên BDP'ê Halîl Aksoy û Esat Canan, KESK, Genel-Îş, MEYADER, Dayîkên Aştiyê, Goç-Der, TZPKurdî, TUHAD-DER, Komeleya 78'an a Amedê, TMMOB, ÎHD, saziyên çand û jinan, ESP, EMEP, şaredar û gelek kesên din û malbatên Roboskiyê piştî nobetê ber bi cihê komkujiyê ve dest bi meşê kirin.
Tevî wêneyê zarokan ketin erdê
Heyet û malbatên Roboskiyê yên bi wêneyên 34 welatiyên jiyana xwe ji dest dan û dirûşimên "Qatîl Erdogan", "Serfermandar îstîfa", "Ji Roboskiyê re edalet" û "Şehîd namirin" dest bi meşê kirin, li derketina ji gund rastî benda leşkeran hatin. Leşkeran bê hişyariyê bikin bi ava şid mudaxele li heyetê û malbatên Roboskiyê kirin. Di encama mudaxeleyê de jinên pîr û zarok bi wêneyên kesên jiyana xwe ji dest dan ketin erdê. Malbatên di nava heriyê de man li dijî mudaxeleya leşkeran îsyan kirin.
Hesabê zakokên me bidin
Malbatan got, "Ey dewleta zarokên me qetilkirin dê me jî kujer î. We zarokên me ji me girtin me jî bikujin. Heta ji Roboskiyê re edalet pêk tê em dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Li Roboskiyê raman neguherî bila hemû cîhan bibihîze." Malbatên di nav heriyê de man bi wêneyên zarokên xwe yên di komkujiyê de winda kirin bi ser leşkeran de meşiyan û gotin "Berê hesaba vê yekê bidin. Sûcê vî çi bû ew kuşt."
Nasnameya dewleta Tirk
Malbatên bi ser leşkeran de çûn û leşkeran demek dirêj rageşî qewimî. Piştre malbat li ber benda di nav heriyê de rûniştin û mudaxele şermezar kirin. Li qada rageşî berdewam dike, malbatan nasnameyên TC (komara Tirk) derxistin û gotin, "Bigirin nasnameyên bila nasnameya we serê we bixwe. Em ji hemwelatiya vî welatî şermê dikin." Malbatan pişt re nasnameyên xwe avêtin nav heriyê. Piştre malbatan nasname tepisandin û bertek nîşan dan.