Vê dawiyê, leşkerên artêşa Tirk ên li  ser sînorê di navbera Kantona Efrînê û Bakurê Kurdistanê de bi dehan welatiyên sivîl ên ji Efrînê qetil kirin. Serokê Desteya Karên Hundir a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê Hesen Beyrem der barê kiryarên artêşa Tirk ên li ser sînor de got, hikûmeta Tirkiyeyê alîkariyê didê komên radîkal û deriyê sînor li wan vedike.

Beyrem got, welatiyên Efrînê ku dema pezê xwe diçêrînin û zeviyên diçînin, dibin hedefa guleyên artêşa Tirk en li ser sînor. Beyrem gotinên xwe wiha dewam kirin: “Her wiha ji ber ku hemû deriyên sînor girtî ne, gelek welatiyên ku ji Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê vedigeriyan herêma Efrînê ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve rastî êşkenceyên hovane hatine.”


‘Sûravka xwe di serê welatiyan re derdixe’

Beyrem di axaftina xwe de got, ji ber ku artêşa Tirk xwe li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê ranagire, sûravka xwe bi kuştin û êşkenceyan di serê welatiyan re derdixe û wiha domand: “Ev kiryarên leşkerên Tirk dûrî exlaq in û bi van hewldanên xwe dixwazin Rêveberiya Xweser reş bikin.”

Beyrem destnîşan kir ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê hewl dide têkliyên xwe bi hemû dewletan re û bi taybetî dewletên cîran re xurt bike û weha peyivî: “Hikûmeta Tirkiyeyê ku heta niha siyaseta Ataturk dimeşîne, bi kîn nêzî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dibe. Em bi hemû hêza xwe hewl didin têkiliyên xwe bi dewletên cîran re pêş bixin û em tu carî ala şer li dijî tu kesî bilind nakin.”


Deriyê sînor nehatiye vekirin

Bayram da zanîn ku ji bo  korîdoreke mirovî bê vekirin, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk serdana gelek dewletên Ewropa û Tirkiyeyê kir, lê ji ber ku korîdorek nehatiyê vekirin, gelek welatiyên sivîl dema sînor derbas dikin, eskerên Tirk wan qetil dikin, yan jî êşkenceyê li wan dikin. 

Beyrem xwest ku Hikûmeta Tirk vê qonaxa dîrokî ji xwe re derfet bihesibîne û bi gelê Kurd re hevpeymana aştiyê pêk bîne û wiha pêde çû: “Divê Hikûmeta Tirk siyasetên xwe li hemberî gelê Kurd biguhere û rûpelekî nû veke û piştgiriya gelê Kurd bike.”

Beyrem di dawiya axaftina xwe de got, divê hikûmeta Tirkiyeyê bi berpirsyarî li hemberî berjewendiyên gelên herêmê tevbigere û bang li hemû rêxistinên mirovî yên navneteweyî kir ku ji bo korîdoreke mirovî li herêma Efrînê bê vekirin, zextê li hikûmeta Tirk bikin.


SILÊMAN EHMED/ANHA/EFRÎN