Komkujiya Mereşê di navbera 19-26’ê Kanûna 1978’an de pêk hat. Li gorî daneyên fermî di komkujiyê de 111, li gorî çavkaniyên Kurd herî kêm 500 kes hatin qetilkirin. Di komkujiyê de 210 mal û 70’î cihên kar hatin xirabkirin. Kurdên Elewî di hedefa komkujiyê de bûn.

Komkujiya Roboskî 28’ê Kanûna 2011’an di encama bombebaran balafirên şer ên artêşa Tirk de pêk hat. Di êrişê de sivîl raste rast hedef hatin girtin û 19 jê zarok bi giştî 34 gundî hatin qetilkrin.