Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya 15’emîn salvegera destpêka komploya 9’ê Cotmehê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat ragihandin, ku di 15 salên bihurî de komplo negihaştiye armanca xwe, berovajî Tevgera Azadiyê ya Kurd li Rojhilata Navîn veguheriye hêzeke rê li ber rêveçûnan vedike. Hevserokatiyê wiha got: “Tespîta Rêber Apo ya digot, ‘komployên dîrokî pêşî li pêşketinan nikarin bigirin, pêşketinan bi lez dike’ di nava 15 salan de piştrast bûye.”
Daxuyaniya KCK’ê wiha ye: “Di 15’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de, em hemû welat û hêzên beşdarî komployê bûne bi tundî şermezar dikin. Li dijî vê komployê yên ku xwe kirin bendek ji agir û di berxwedana “Hûn nikarin roja me tarî bikin” de şehîd ketine, bi rêz û minnetdarî bibîr tînin.
‘Êrîşa li dij Kurdê azad e’
Di berdewamiya daxuyaniya KCK’ê de ve hat gotin: “Komploya 9’ê Cotmehê di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd de li dijî jiyana demokratîk û azadiya gelê Kurd hatiye kirin. Ji ber ku jiyana demokratîk û azad a gelê Kurd dê ji gelên Rojhilata Navîn re jiyana demokratîk û azad bîne, ev komplo di heman demê de komployek li dijî gelên Rojhilata Navîn hatiye kirine. Bi vê komployê re hatiye xwestin ku ji bo Kurdan û gelên herêmê xefika Kurd hîn bêtir were xetimandin. Tirkiyeyea ku bi awayekî aktîf di nava vê komployê de cih girt, di nava neçareseriya pirsgirêka Kurd de hîn bêtir bi hêzên derve ve hatiye girêdan. Komploya Navneteweyî êrîşek li dijî Kurdê azad e. Bi vê komployê re bi awayekî zelal hatiye dîtin ku Kurdê azad nayê xwestin. Hêzên navneteweyî û paşverûtiya herêmê, Kurdê azad ji bo xwe weke xeteriyê dîtine. Ji ber vê yekê, bi dîlgirtina Rêber Apo yê Kurdê azad afirand re hatiye xwestin ku Tevgera Azadiyê ya Kurd teslîm bê girtin an jî were tunekirin.”
KCK’ê diyar kir ku gelê Kurd xwedî li Rêberê Gelê Kurd derketiye û wiha got: “Gelê me hînê ji roja destpêkê ve li dijî komployê derketiye û xwedî li Rêberiya xwe û Tevgera xwe ya Azadiyê derketiye. Li dora Rêber Apo yê Kurdê azad afirand, xeleke ji agir çê kir. Bi qîrîna “Hûn nikarin roja me tarî bikin” re gelê me yê berxwedêr nîşan daye ku ewê li pêşberî komployê serî netewîne. Yên di vê berxwedanê de şehîd ketin gotin, ‘Ev komplo dê negihêje armanca xwe.’ Eger îro ev komplo biser neketibe, di vê de helwesta şehîdên me diyarker e. Rêber Apo jî ev şehîdên me her tim bibîr aniye.”
Têkoşîna li dij komployê
KCK’ê wiha ragihand: “Rêber Apo ji bo pûçkirina vê komployê heta 15’ê Sibatê roja dîlketinê jî, hewldaneke mezin nîşan da. Li Îmraliyê her kêliyên 15 salên dîlgirtinê, bi têkoşîna ji bo pûçkirina komployê derbas kiriye. Rêber Apo bi nêrîn û helwesta xwe re pêşî li serketina komployê girtiye. Gelê me û Tevgera me li dora Rêber Apo bûye yek û Têkoşîna Azadiyê bilind kiriye. Di 15 salên bihurî de komploker negihaştine armanca xwe, lê Tevgera me ya Azadiyê hîn bêtir xurt bûye, veguheriyek hêzekê ku rê dide rêveçûnên li gelemperiya Rojhilata Navîn. Şoreşa Rojava jî nîşan daye ku Komploya Navneteweyî pûç bûye û Rêber Apo mîna her demê di şert û mercên herî giran de jî xwe mezin kiriye. Tespîta Rêber Apo ya digot, ‘komployên dîrokî pêşî li pêşketinan nikarin bigirin, pêşketinan bi lez dike’ di nava 15 salan de piştrast bûye.”
ANF/BEHDÎNAN
Hikûmeta AKP’ê komployê didomîne
KCK’ê ev yek ragihand: “Di nava 15 salan de polîtîkayên hêzên komploker ên li ser Rojhilata Navîn têk çûn û rewşeke kaosê derket holê. Rêber Apo jî li Îmraliyê ne tenê bû Rêberê komplo pûç kir, di heman demê de ji bo Rojhilata Navîn ji kaosê derkeve nêrîn û projeya civaka demokratîk pêşkêşî mirovahiyê kir. Îro li Rojhilata Navîn, yekane alternatîfa jiyana demokratîk û azad a gelan, ya Rêber Apo ye.”
Daxuyaniya KCK’ê wiha bi dawî bû: “Hikûmeta AKP, ji bo pêşî li mezinbûna Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd li Kurdistan û Rojhilata Navîn bigire, dixwaze komployê bi rê û rêbazên cuda bimeşîne. Hikûmeta AKP, li ser navê paşverûtiya Rojhilata Navîn û dijminên Kurdan êrîşî Tevgera Azadiyê dike. Lê belê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ya Kurd, ku komploya navneteweyî pûç kirin, dê rê û rêbazên nû yên AKP’ê jî pûç bikin. Çawa ku gel û tevgera me li dora Rêber Apo bû xelek û bi bilindkirina têkoşînê re Komploya Navneteweyî pûç kirine, dê êrîşên AKP’ê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê jî pûç bikin û jiyana azad û demokratîk a gelê Kurd teqez pêk bîne.”