Çalakgerên Meşa Dirêj a Luksembûrgê: “Ji tevahiya cihanê re em dibêjin; Em ê tecrîdê parçe parçe bikin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin. Ev meş dewama meşa bê navber a 40 salan e. Meşa azadiya gelan e.”

Baskê Luksembûrgê yê meşên ber bi Strasbourgê ve jî doh dest pê kir. Meşvan wê 5 rojan bi giştî 200 kîlometreyî bimeşin. Beriya niha jî meşên ji bajarê Swîsre Baselê û ji bajarê Elmanyayê Mannheimê dest pê kiribûn û ew jî wê li Strasbourgê di heman demê de bi encam bibin.

Ji Elmanya, Fransa, Emerîka Başûr, Îtalya, Portekîz, Belçîka û Holandayê qederê sed înternasyonalîstî tevlî meşa li Luksembûrgê bûne. Çalakger wê 5 rojan 200 kîlometreyî bimeşin. Çalakger wê rojane wê hewl bidin 40 kîlometreyî bimeşin û bi şev bêhna xwe vedin.

Çalakgeran posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda û bi gelek zimanan dirûşmên “Azadî ji Ocalan re”, “Bijî Serok Apo”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Leyla” gotin. Meşvanan pankarta ji wêneyên Ocalan, Leyla Guven û berxwedêrên greva birçîbûnê ya li Strasbourgê jî hilgirt.

Çalakgerên meşa dirêj, li ber Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê civiyan û bi navê Înîsiyatîfa “Azadî ji Ocalan re” ya Strasbourgê û berxwedêrên greva birçîbûnê peyamek bi sernavê, “Em tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê û Rêber Apo azad bikin” hate xwendin.

Em ê tecrîdê birûxînin

Ev peyama hanê ji hersê baskên meşa dirêj re hat şandin. Di peyamê de endamên Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re, çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê, meşvan silav kirin û got, “Ji aliyê fîzîkî ve em bi we re nebin jî, dilê me bi ruhê berxwedanê bi we re lê dide.

Hêzên komploger ên navneteweyî dema ku 20 sal berê xwestin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin, Rêber Apo weke astengiya herî mezin li hemberî xwe dîtin. Ji bo beralîkirina Rêbertiyê, komplo kirin. Rêber Apo paradîgmaya azadiya nasnameyên civakî, bagerî û gelên li Rojhilata Navîn hemûyan temsîl dike. Lewma komplo di heman demê de li dijî mixalif, hêzên demokratîk û azadîparêz ên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn hatiye kirin.”

Di dewama belavokê de hat gotin, “Bi armanca şermezarkirina komployê, îsal ji 3 baskan ve ciwan, şoreşgerên înternasyonalîst, rewşenbîr, siyasetvan, hunermend û nûnerên saziyên baweriyan meşa dirêj pêk tînin. Ev jî nîşan dide ku komploya navneteweyî di pratîkê de têk çûye.”

Di belavokê de hate destnîşankirin ku meşa dirêj beşek ji berxwedana grevên birçîbûnê ye û hate gotin, “Ji tevahiya cihanê re em dibêjin; Em ê tecrîdê parçe parçe bikin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin. Ev meş dewama meşa bê navber a 40 salan e. Meşa azadiya gelan e.”

   

Serî hilde Rêbertiyê azad bike

Girseya gel piştî daxuyaniyê bi gotina dirûşman dest bi meşê kir. Di nava bajarê Luksembourgê de meşeke du saetan hat kirin û paşê bi otobusan çalakger gihiştin bajarê Schengenê. Çalakgeran li vir jî bi daxuyaniyekê doza azadiya Kurdistanê kir. Paşê meşvan bi otobusan çûn bajarê Fransayê Guenange û li wir çeva xwe li hola sporê derbas kir. Meşvan îro ber bi bajarê Fransayê Thionvilleê ve dimeşin.

Meşa dirêj a ji Mannheimê dest pê kirî jî, di roja sisiyan de dewam dike. Qonaxa duyem doh ji bajarê Hockenheimê dewam kir. Tevgera Ciwanên Şoreşger pêşengiyê ji meşê re dike. Meş bi slogana ‘Dem hatiye, serî hilde, komployê parçe bike, Rêbertiyê azad bike’ didome. Armanca meşê ew e ku komploya li ser Ocalan were rakirin û piştgiriyê bide çalakgerên greva birçîbûnê.

Meşvanan li ser rêya xwe ya meşê derbarê armanca çalakiyê belavok belav kirin. Meşvan doh 24 kîlometreyan meşiyan û gihiştin Brushsaalê.

40 kîlometreyan meşiyan

Meşa dirêj a ji Baselê jî îro di roja 4´an de dewam dike. Meşvan doh 40 kîlometre rê meşiyan. Bêhtirî sed çalakgerên meşê doh li ber avahiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Mulhouseê civiyan û dest bi meşa xwe ya ber bi Meyenheimê kir. Televizyona cihî ya Mulhauseê ya bi navê Lapin Local jî meş bi dîmenan ragihand.

 

NAVENDA NÛÇEYAN