STÛTTGART: Li Esslîngenê Meclîsa Jinê ya Arîn, li Reûtlîngekê Însiyatîfa Jinê ya Sarya, li Freîbûrgê Komuna Jinê ya Nûda û li Ûlmê jî Însiyatîfa Jinê ya Destîna çalakî lidar xistin û kart ji Ocalan re şandin.
MUNSTER: Li Munsterê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li ber Konsolosxaneya Tirk çalakiyek organîze kir û bi beşdariya Kurdistaniyên ji bajarên Munster, Osnabruck û Bîelefeldê, komploya navneteweyî şermezar kirin.
SAARBRUCKEN: Li bajarê Elmanya Saarbruckenê, Kurdistaniyên li ber Europa Galerî li hev civiyan, ji vê derê heta avahiya hikûmetê meşiyan û ji aliyê Sekreterê Giştî yê CDU Saar Roland Theîs ve hat pêşwazîkirin. Kurdistaniyan dosyayek li ser komkujiyên AKP li Kurdistanê dike pêşkêşî Theîs kirin.
TORONTO: Li bajarê Kanada Torontoyê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, komkujiyên AKP dike û komploya 15’ê Sibatê protesto kir. Kurd û dostên wan li kolana herî dirêj a cîhanê Yonge St. çalakî pêk anîn.
MONTREAL: Li bajarê Kanada Montrealê, komploya 15’ê Sibatê û komkujiyên ji aliyê AKP’ê ve tên kirin hatin şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.
NEW YORK: Li bajarê DYE New Yorkê, li ser banga Komeleya Kurd li Amerîka û HDP New Yorkê, komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê hat protestokirin. Çalakî li ber avahiya Navenda Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hat lidarxistin û belavok hat xwendin.
MARSÎLYA: Bi qasî 300 Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Fransa Marsîlyayê dijîn bi heman armancê meşeke meşaleyî ji meydana Canabîere heta meydana Vîeûx-POrtê pêk anîn.
ADIGEY: Li Komara Xweser a Adigeyê ya ser bi Federasyona Rûsyayê, Kurd û dostên wan li dijî komploya navneteweyî û terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê meşiyan. Meşa ji aliyê Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê ve hat lidarxistin, ji Navenad Çandê ya Adigeyê heta Navenda Çanda Kurd dewam kir.
SARATOV: Kurdistaniyên li bajarê Rûsya Saratovê dijîn, bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li hev civiyan. Di kombûna li parka Moskovskî-29 de tevî Kurdan gelek Rûs jî amade bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN