Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêeberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Başûrê Kurdistanê Hewlêr, Silêmanî, li Şengalê, û li Rojhilatê Kurdistanê bi çalakiyan hat şermezarkirin.
Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) û Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), bi minasebeta 20´emîn salvegera komploya navnetewî li bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek da.
Hevseroka Tevgera Azadi ya Herêma Silêmaniyê, Şehên Mihemed beriya ku li ser navê girseyê daxuyaniyê bixwîne, li Silêmaniyê astengkirina xwepêşandanan şermezar kir. Şehên Mihemed da zanîn ku ev çend meh in ku çalakiyên Tevgera Azadî têne astengkirin û got, “Me serî li Asayîşa Silêmaniyê da ku destûr bê dayîn, em li dijî komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê xwepêşandanekê li dar bixin, lê destûr nedan me, em vê helwestê şermezar dikin.”
Şehên Mihemed piştre daxuyanî xwend û got: “Armanca komplogeran ew bû ku Tevgera Azadiya Kurdistanê û şoreşa PKK’ê tine bikin, lê bi ser neketin. Em bi berxwedana ku bi dirûşmeya ‘Tecrîdê bişikîne, faşîzmê hilweşîne, Kurdistanê azad bike’ hatiye destpêkirin, li dijî hemû komplogeran rawestin.”
Li hewlêrê meşa protestoyî
Li Hewlêrê jî bi meşekê komploya hat rûreşkirin. Meşê li ber Rêveberiya Pasaportan a Hewlêrê dest pê kir û heta nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) dewam kir û li wir daxuyanî hate dayîn.
Endamê Komîteya Amadekar a çalakiyên 15’ê Sibatê, Mamosta Idrîs Dîbegeyî daxuyanî xwend û got, “Weke çawa ku ji destpêkê ve bi berxwedaneke dîrokî li dijî komployê hate rawestandin, îro jî bi heman awayî bi dirûşma ‘Em ê tecrîdê bişikînin, faşîzmê hilweşînin û Kurdistanê azad bikin’ li dijî hemû komployan berxwedan geş dibe.Bi berxwedan û têkoşîna bi rûmet û bêhempa komplo hat pûçkirin.”
Dagirkeriyê jî em têk bibin
Bi heman armancê, ciwanên Şengalê, meşeke meşaleyî li dar xist. Çalakgerên greva birçîbûnê, saziyên Şengalê jî tevlî meşa ciwanan a protestoyî bûn. Meşa ciwanan ji ber Dibistana Zerîva Osê heta Qada Şehîdan berdewam kir. Li qada şehîdan, Basim Elî li ser navê ciwanan daxuyanî xwend û bang li tevahî ciwanên Êzidî kir da ku ji bo azadiya Ocalan û têkbirina dagirkeriya Tirk a li Kurdistanê têbikoşin.
Rejîma Îranê êriş kir
Li ser banga Înîsyatîfa Gel a Rojhilatê Kurdistanê, gelê Rojhilat pêr êvarê xwest ku li gelek bajaran komploya navneteweyî bixwepêşandanan bê rûreşkirin. Lê hêzên rejîma Îranê astengî derxistin û destûr nedan çalakiyan.
Di dîmen û wêneyan de tê xuyakirin ku rejîma Îranê li bajarên ku wê meş lê bihatana lidarxistin, hêzeke zêde bi cîh kiriye. Dîsa jî li gelek bajaran çalakî hebûn.