Li gelek deverên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê 9´ê Cotmehê bi meş û mîtîngan hat şermazerkirin.

9´ê Cotmehê ku wekî destpêka Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, tê qebûlkirin, li Rojavayê Kurdistanê, Bakkurê Sûriyê û Helebê bi meş û mîtîngan hat rûreşkirin. Di çalakiyan de tecrîdkirina Abdullah Ocalan jî hat şermazarkirin.

Li Helebê bi organîzekirina TEV-DEM‘ê meşek li dar ket. Nûnerên partiyên siyasî, saziyên sivîl, jin, mêr, ciwan, zarok beşdarî bûn.

Nikarin vîna gelê Kurd bişikînin

Gelê Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Zirgan û Til Temirê jî li Til Temirê bi meşeke girseyî 9’ê Cotmehê şermezar kir. Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Hesekê Zeyneb Polat li wir axivî û got, ”Îro di dewama vê komployê de dewleta dagirker li her çar parçeyên Kurdistanê êrişî gelê Kurd dike. Lê bila baş bizanin ti carî nikarin vîna gelê Kurd bişikînin.”

Wan xwest gel û serokê wî ji hev dûr bikin

Hevserokê Desteya Rêveber ê TEV-DEM’ê Xerib Hiso jî li wir axivî û got, ”Wan xwest di şexsê Ocalan de vîna gelê Kurd bişikînin. Ev komploya ku tevî Tirkiye yê hemû dewletên navneteweyî beşdarî bûn, binpêkirina mafê mirovan a herî mezin a sedsala 21’emîn e. Ji ber ku ev komplo li ser kesekî ku banga aştî, azadî, wekhevî û mafê gelek koletkirî û bindestkirî kir. Wan xwest gel û serokê wî ji hev dûr bikin, lê bi berxwedana Îmralî ev komplo bi ser neket.”

Xelkê Qamişlo jî dikanên xwe girtin û beşdarî meşa li Qamişloyê bûn. Ji rêveberiya Kongreya Star a Rojava Mûna Yûsif di meşê de axivî û got, “20 sal di ser Komploya Navneteweyî re derbas bûn. Dewletên dagirker li dijî azadiya gelan û tevgera azadiya gelê Kurd û rêber Apo hedef girtin. Armanca wan bû ku bi girtina rêber Apo re vîna me û hêza me bişikînin. Plangerên Komploya Navneteweyî bi ser neketin. Ji ber ku bîrdoziya rêber Apo azad e û roj bi roj zêdetir dibe.”

   

Hemû gelên herêmê ronî dike

Li Hesekê ya herêma Cizîrê jî xelk daket meydanê û komloger rûreş kirin. Hevseroka Kantona Hesekê, Semer Ebdullah li vir axivî û got, “Rêberê me Ocalan bi komployeke navneteweyî ku gelek dewlet tê de beşdar bûn, hate girtin. Ji ber ku Ocalan rêya hemû gelên herêmê ronî dike.”

Nikarin roja me tarî bikin

Li Girkê Legê ya navçeya Dêrikê jî bi pêşengiya TEV-DEM ´ê meş û mîtng hebû.  Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen jî  li vir axivî û got, ”Abdullah Ocalan temsîla rojê dike, ji ber ku bi fikr û felsefeya wî jiyana gelê Rojhilata Navîn ronî kir, lewre hêzên komploger di 9‘ê Cotmehê de ew kirin hedef, niha jî li hemberî wî tecrîdeke girankirî ferz kirine da ku tîrêjên roja wî tarî bikin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN