Di 21-23'ê îlona 2011'an de li Şirnex û navçeyên Şirnexê li ser fermana Serdozgeriya Komarê yê bi Rayeya Taybet ê Amedê di çarçoveya lêpirsîna di bi navê Meclîsa Bajar a KCK'ê de bi ser gelek malan de hatibû girtin. Di operasyona gelek polîs û tîmên taybet tevlî bûn de Şaredarê Şirnexê Ramazan Uysal û gelek siyasetmedarên Kurd hatibûn binçavkirin. Ligel Uysal Şaredarê Gundikê Melê Abdurrezak, Şaredarê Dêrgulê Mehmet Demîr, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Şirnexê Abît Îke û Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê yê Şirnexê Serhat Ugur jî di nav de 44 kes siyasetmedarên Kurd hatibûn girtin. Di îdîanameya der heqê jê 44 kes girtî, 10 kes bêgirtî û 14 kes jî firar tên darizandin hate amadekirin de hate diyarkirin ku kesên tên darizandin li ser fermana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meclîs avakirin û ligel ev yek zanîn bi endaman tevlî civînan bûn. Di îdîanameyê de hate destnîşankirin ku civînên BDP'ê, şaredarî û rêxistinên sivîl ên di sala 2010-2011'an de hatin kirin, xebatên hilbijartinê û daxuyaniyên çapemeniyê hemû di çarçoveya xebatên meclîsê de hatin nirxandin. Der heqên kesên tên darizandin da bi îdîayên "Endamên rêxistinê", "Xebatên rêxistinê pêk anîn û rêxistin rêvebirin" û "Propagandaya rêxistinê kirin" cezayên girtîgehê yên ji 10 sal û 20 salan tên xwestin.
Şahîd Bulduk: Komplo heye min îxanet nekiriye
Darizandinên heta niha li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê pêk hat de her tim daxwaza siyasetmedaran a parastina bi zimanê zikmakî hate redkirin. Di 13'emîn rûniştina siyasetmedarên Kurd ên heta niha parastin nekirin îfadeyên hinek şahidan dosya çawa hatiye amadekirin radixe berçavan. Di rûniştina di 28'ê tebaxê de hate dîtin Eshap Bulduk ê ku li ser gelek kesan îfadeyên wî heyî weke şahid hate guhdarkirin. Bulduk bi gotina "Ez endamê BDP'ê me" dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku dema hate binçavkirin hinek polîsên li Şaxa TEM'ê ya Midûriyeta Polîsan a Şirnexê hinek îfadeyên wekî yên wî ne bi awayekî "Komplo avakirin" di nava dosyayê de cih danê. Bulduk, anî ziman ku weke kesê bi guman li Midûriyeta Polîsan a Şirnexê îfade dan û wiha got: "Dema ku min îfade dan, li ser navê min hinek îfade amadekirin û bi nav îfadeyên min de anîn danîn ber min. Ev îfade bi min dan îmzakirin. Sûçdarî û îfadeyên têkildarî Abdulbarî Elçî û Maruf Benek ayîdî min nîn in. Ez endamê BDP'ê me. Ez bawer dikim ku hemû hevalên min ên li vir tu karên dijzangonî nekirin e. Min îxanet li hevalên xwe nekiriye. Ez komloya li hemberî min hatiye kirin qebûl nakim."
Bi gefa mirinê îfadeya hazir dam îmze kirin
Şahidê din ên dosyayê Osman Ayan jî di 16'ê kanuna 2011'an de bi îdîaya "tevlî çalakiyên dijzagonî bû" hate binçavkirin û diyar kir ku dema di binçavan de hinek îfade ji aliyê polîsan ve bi zorê "Tu dê li dadgehê teqez van îfadeyan qebûl bikî" Ayan, anî ziman ku rastî tu zêxtên fizîkî nehat û wiha got: "Lê bi malbata min gef li min xwarin. Min xwest ku ez mafê xwe yê bêdengiyê bikarbînim. Ji min re gotin 'Heke ez mafê bêdengiyê bikar bîninim ev dê der heqê min de bên bikaranîn'Parêzer Rustem Tatar ji min re got îfadeyan îmza bike. Ji min re got 'Tiştek nabe. Heke tu van îmza neke tu serbest nayê berdan.' Polîsan li gorî Ferhat Gungen û Ridvan Aktaş girtek amadekirin. Pişt re ev kes serbest hatin berdan. Min jî di vê rewşê de girtek nexwandin û îmza kirin. Dema ku polîsan ez anîm dadgehê ji ji bo ku ez îfadeyan qebûl bikim gefên 'Ji vir dê cenazeyê te derbikeve' li min xwarin. Ji ber vê yekê jî min li dadgehê îfade qebûl kirin. Ez naveroka girdekan nizanim."
14'emîn rûniştina dozê dê di 2'yê mijdarê de li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.
METÎN ÎNAN / DÎHA/AMED