
Piştî ku amadekarî hemû temam bûn û namzet jî diyar bûn, propagandaya hilbijartinên ji bo hevserokatiya li qederê 4 hezar komunên li 3 herêmên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê bi rê ve çû, îro hilbijartin li dar in.
Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Herêmên Fedraliya Bakurê Sûriyê agahî derbarê hilbijarinên hevserokên komunan ên îro li dar in, agahî dan.
Îro ji saetên sibê ve bi hezaran hilbijêrên sê herêmên Bakurê Sûriyê (Cizîrê, Firat û Efrînê) berê xwe didin navendên hilbijartinan û hevserokên komunên xwe hilbijêrin. Di hilbijartinên de 12 hezar û 421 kes ji bo hevserokatiya 3 hezar û 732 komînan di hilbijartinan de cihê xwe digirin. Komseriya Bilind a Hilbijartinan got, navendên komunan jî navendên dengdayînê ne. Li gorî van agahiyan, em dikarin lîseteyeke weke li jêr derêxin.
Herêma Cizîrê
Li herêma Cizîrê hejmara namzetan 7 hezar û 720 e, ji van 3 hezar û 917 jî jin in. Hejmara komunan li tevahiya herêma Cizîrê 2 hezar û 495 e.
Herêma Firatê
Li herêma Firatê jî 3 hezar û 135 namzet dikevin hilbijartinê, ji van hezar û 386 jin in. Hejmara komînan jî li vir 825 e.
Navendên hilbijartinê li Firatê
Hilbijartin li 825 navendan bi rê ve diçin. Navendên ku hilbijartin li wan tê kirin li gorî kanton û herêman wiha ye:
* Li Kantona Kobanê 301 navendên komunan
* Li herêma Sirînê jî 223 navend hene.
* Li kantona Girê Spî jî 326 navendên komunan li dengdanê hatine vekirin.
Herêma Efrînê
Komîseriya Bilind a hilbijartinan wekî din da zanîn ku hejmara namzetan li herêma Efrînê hezar û 566 e, ji van 700 jin in. Hejmara komunan jî 412 e.
NAVENDA NÛÇEYAN