Pirsgirîk eşkere hatin gotûbêjkirin
Ji rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê Alî Kadirî diyar kir ku pirr girîng e Kurd bi vî awayî pirsgirêkan gotûbêj bikin. Kadîr wiha peyivî: “Ev komxebat, ji bo pirsgirêkên xistî rojevê, pirr girîng bû. Bû derfet ku her kes pirsgirêkê bibîne û fikra xwe bîne ziman. Divê her kes vê yekê bipejirîne. Di rewşa heyî de Başûrê Kurdistanê di rewşeke pirr tengav de ye. Divê ev tengavî li pişt were hiştin. Divê êdî ev pirsgirêk bê çareserkirin û ber bi pêş ve gav bên avêtin. Encama ku ji vir derkeve divê teqdîmî hikûmeta Başûrê Kurdistanê bê kirin. Divê herkes li gorî vê bikeve nava tevgerê.”
Ji bo yekîtiyê gaveke baş a destpêkê
Nivîskar Ebûbekir Alî jî got, KNK ji bo hemû pêkhateyên cuda yên civakî û anîna wan a gel hev, gaveke pirr girîng avêt û wiha peyivî: “Komxebat di atmosfereke erênî de hate lidarxisitn, ez dikarim bibêjim nêzîkatiyeke baş hate raberkirin. Her partî bi berpirsyarî nêzîk bû. Lê ya ji hemûyan girîngtir ew e ku piştî komxebatê gavên ku partiyên siyasî biavêjin pirr girîng in. Ji ber vê yekê komxebat ji bo yekîtiya Kurdan gaveke baş a destpêkê ye.”
Divê Başûr krîzê bi dawî bike
Nûnera rêxistina civaka sivîl, Dilsoz Zengene jî da zanîn ku weke rêxisinên civaka sivîl li dar xistina civîn û komxebatên bi vî awayî pirr baş dibînin û wiha peyivî: “Encex bi vî awayî rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî bên gel hev û di warê çareserkirina pirsgirêkan de li rêyên çareseriyê bigerin. Ez di wê baweriyê de me ku ev komxebat ji bo li dar xistina kongreya neteweyî wê nebe asteng. Divê êdî hemû parçe destekê bidin hev û bi hêz bibin. Divê êdî Başûrê Kurdistanê kirîza heyî bi dawî bike.”