Bi pêşengtiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di navbera 24-25’ê Îlonê de ji bo lêgerîna li çareseriyê ji bo kêşeyên siyasî,ekonomîk, civakî yên Başûrê Kurdistanê wê komxebatekê li dar bixe.
Bi mebesta lêgerîna li çareseriya kêşeyên wekî siyasî, ekonomî û civakî yên Başûrê Kurdistanê, bi pêşengtiya KNK’ê, di navbera 24-25’ê Îlonê de bi tevlîbûna partiyên siyasî, nivîskar, ronakbîr, rojnameger, rêxistinên saziyên sivîl ên ji çar parçeyên Kurdistanê wê komxebatek were li dar xistin.
Ji bo siyasetê riyeke nû
Hevseroka KNK’ê Nîlûfer Koç diyar kir, ew bi vê komxebatê armanc dikin ku krîzên li Başûrê Kurdistanê werin çareserkirin û dixwazin siyaseteke wiha ava bikin ku xîzmeta ji yekîtiya netewî ya Kurd re bike û bi parçeyên din ên Kurdistanê re têkiliyên rast werin danîn.
Erka KNK’ê ye
Koç diyar kir, weke KNK’ê xwe di çareserkirina kêşeyên her çar parçeyên Kurdistanê de erkdar dibînin û wiha peyivî: “2012’an dema ku li ser Rojava taloke derketin li parlamentoya Fransayê me komxebateke bi vî rengî ji bo Rojava jî kiribû. Bi heman awayî li Rojhilatê Kurdistanê jî dema ku taloke derketin, 2014’an me ji bo Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xebateke bi vî rengî kir.
Îsal jî biryara konseya rêveber a KNK’ê hebû ku ji bo Başûrê Kurdistanê xebateke bi vî rengî bike. Ji ber ku li vî parçeyê Kurdistanê kêşeyên giran ên siyasî, ekonomîk, civakî hene. Mixabin kêşeyên li beşekî Kurdistanê yên ku têne jiyîn û giran dibin bandorê li beşê din jî dikin.’’
’Armanca me ne ew e ku em aliyekî darizînin’
Hevseroka KNK’ê Nilûfer Koç bi bîr xisti ku KNK’ê ne dezgeheke biryargirtinê ye û der barê armanca komxebatê de wiha peyivî‘’ Ji vê komxebatê armanca me ne ew e ku em aliyekî darizînin. Siyaset û civak tê cem hev, kêşeyan nîqaş dike, fikr têne parvekirin û rêyên çareseriyê tên pêşniyarkirin ku wiha be encama ku ji vir derkeve wê ne dîktakirina tişktekî be, ferzkirinê be. Ji ber ku her parçeyekî xwedî mekanîzmayeke biryarê ye. Komxebat têkildarî kêşeyan raman û pêşniyarên xwe yên çareseriyê dike, mekanîzmayên biryardayinê jî li gorî vê biryaran digire.’’
’Me bang li hemû aliyan kir’
Koç diyar kir, ji bo komxebatê wan bang li hemû aliyan kiriye û hemûyan jî bersiveke erênî daye û wiha pê de çû: ‘’Ji bo vê civînê me bang li hemû aliyan kir û hemû partiyên siyasî jî gotin ew ê tevlî vê komxebatê bibin. Ez bawer dikim ku ev komxebat wê pêşniyarên rast ji bo kêşeyan diyar bike û gel û siyasetê rehet bike. Ji parçeyên din ên Kurdistanê jî wê tevlêbûn çêbibe û ew jî ji bo kêşeyên li Başûrê Kurdistanê çareser bibin wê keda xwe têxin navê.’’
ANF / KERKÛK