
Konfederasyona Komeleyên Kurdan ên li Ewropayê(KON-KURD) der barê meşa ku di navbera 31´ê Adarê û 4´ê Nîsanê de tê lidarxistin, daxuyaniyeke nivîskî da. KON-KURD ku ji 10 federasyon û 170 komeleyan pêk tê, ragihan ku ew ê piştgirî bidin meşa ku ciwanên kurd bi dirûşma “An Azadî, An Azadî” lidarxistin û banga beşdarbûna meşê li hemû kurdan kir.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev meş di pêvajoyeke siyasî ya bi tevger û nazik de tê lîdarxistin û bibîrxist ku greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ya li Strasbourgê ku ji 1’ê Adarê ve hatiye destpêkirin gehiştiye asteke krîtîk. KON-KURD’ê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û diyar kir ku ev meş li Strasbourga ku Konseya Ewropa, Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê(DMME), Komîteya Şopandina Eşkenceyê(CPT) ku muxatabên yekser ên vê pirsgirêkê lê ne, tê lidarxistin. KON-KURD’ê bal kişand ser girîngiya cihê meş tê lidarxistin û mitînga roja 4’ê Nîsanê ya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
4´ê Nîsan´ê li Strasbourgê mitîng pêk were
KON-KURD’ê bi bîr xist ku meş wê di 31’ê Adarê de ji bajarê Mannheim a Almanyayê dest pê bike û di 4’ê Nîsanê de li bajarê Fransa Strasbourgê bi mitîngeke mezin bi dawî bibe. KON-KURD’ê banga beşdarbûna meş û mitîngê li hemû kurd û dostên wan kir.
BRUKSEL