Ji gerîlayê HPG’ê Mehmet Can Gulbeden (Behcet Urfa) ê ku di şerê navbera 16-19 Mijdarê de li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê de bi 3 hevalê xwe jiyana xwe ji dest da, li gundê Qaraquyunê yê navçeya Siwêreka Rihayê,lê ji dayik buye konê şinê hate dayîn. Duh konê şînê hate dayîn dê ji bo 3 rojan vekirî bimîne. Serdanê sersaxiyê li konê kul i ber mala taziyê ya gund hatiye vedan tê qebulkirin. Îro rêxistinên BDP’ê yê navçeya Siwêrekê, Wêranşer, Serêkaniyê û nûnertiya MEYA-DER’ê ya Rihayê û bi sedan welatî çûn konê şînê û ji malbata Gulbeden re sersaxî xwestin. Li kon êşînê ala PKK’ê, poster û wêneyê Gulbeden û pismamê wî Behçet Gulbeden (Zîndan) ku di sala 1992’an de jiyana xwe ji dest daye hatin daliqandin. Gelek kesê malbata Gulbeden ku li Ewropayê dijîn jî ji bo ser saxiyê hatin gund. Ji bo jinan jî li ber mala malbata Gulbeden serdanê sersaxiyê tên qebulkirin. Dayik, xweşk û dotmamê Gulbeden gelek bi hestewar bûn û li serê lorandin. Di dema lorandinê de flamaya kesk, sor û zer derxistin û li hemberî kesê ku şerxwaziyê dixwazin bi lorandinê bertekên xwe anîn ziman. Dayik Şemsa Gulbeden ji ber hestewariya xwe bi zor li piya girt û dayikan wê da runiştandin. Di serdanê de dayikê kut evlî sersaxiyê bûn balkêş bû kinjên heremî li xwe kiribûn û li serê hemûyan laçikê xumrî girêday bû. Dê îro nîvro sersaxî bi dayîna mewlûdê bi dawî bibe.
DÎHA/RİHA