Encamnameya 1’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ya bi dirûşma “Şoreş pêk tê” ya Tora “Jin Siberojê Dihûne” ku li Zanîngeha Goethe ya li bajarê Elmanyayê Frankfûrtê dawiya hefteya bihurî hat lidarxistin, hat eşkerekirin. Di encamnameyê de, hat diyar kirin ku divê Konfederalîzma Demokratîk a Jinên Cîhanê bê avakirin.
Di encamnameyê de hat gotin: “Gelek rûyên şer hene ku li dijî jinan tê birevebirin. Bi rêyên nijadperestî, mêhtingerî, kapîtalîzm û rêyên cûda tifaq têne avakirin; vê carê yên ku dijminahiya jinan dikin û ji bo desthilatdariya zilam seferber dibin û ji bo wê xwezayê qetil dikin ev rewş carinan di Erdogan, Dûterte, Mondî, Pûtîn û Trûmp de jî xuya dike. Bi heman şêweyî li El Salvador, Gûatamala û Hondûrasê çete hene.”
Di dawiya ecamnameyê ev peyam hat dayîn: “Divê em dest bi avakirina Konfederalîzma Demokratîk a Cihanî ya Jinan bikin. Em vê konferansê bikin gava pêşî ya vê torê. Em diyar dikin ku ji bo azadiya her yekê ji me û azadiya me hemûyan em ê têkoşînê bi hev re bidomînin. Em ê destûrê nedin ku ti jin birîndar bibe. Têkoşîna me ya li dijî zilamserweriyê wê bi ser keve. Em ê saziyên civaka nû û azad ava bikin. Em radigînin ku em di qonaxa avakirina şoreşekê de ne. Krîza kapîtalîzmê encama têkoşîna me ye û niha wê fersenda dîrokî dide ku em vê serdemê, sedsala 21’ê bikin sedsala jinê û ya gelan.”
NAVENDA NÛÇEYAN