Bi dirûşmeya “Çand, ziman û erdnîgarî beden e, li bedena xwe xwedî derkeve” konferansa 6`an a Tevgera Çand û Hunera Demokratîk li Rojavayê Kurdistanê bi beşdarbûna 200 delegeyan li hola Aram Tîgran a Çand û Hunerê li bajarokê Rimêlan a kantona Qamişlo pêk hat.

Di konferansê de nûnerên şandeyên beşdar axivîn. Belge fîlmek li ser TEV-Çand a Demokratîk hat nîşandan. Tehlîlên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê rola Çand û Hunerê di şoreşê de hatin pêşandan û rapora kar û xebata 2 salan ên tevgerê hatin guftûgokirin. Di encama nîqaşan de rêzikname hate erêkirin û Meclisa Tevgera Çand û Hunerê li Rojavayê Kurdistanê ya ji 52 endaman hate avakirin.

Encam ji bo ronesanseke çandî ne

Di konferansê de hin biryarên hatine dayîn jî weha bûn:

  • Navê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk bi Tevgera Mezopotamiya a Çand û Hunerê ya Demokratîk hate guhertin.
  • Tevger, bi hişmendiya demokratîk û ekolojîk a xwe disperse azadiya jinê, ya li dijî neteweperestî, nijadperestiya cinsî, radîkaliya olî û zanistî têdikoşe.
  • Tevger, nirxên dîrokî, çandî ji hemû rengên dijberên welat û gel diparêze û çand, huner û wêje li gorî pîvanên neteweyî diparêze.
  • Tevger, bi armanca parastin û domandina nirxên şoreşê bi çalakiyên xwe yên çandî, hunerî û wêjeyî pêşengtiya şoreşa çanda netewa demokratîk dike.
  • Tevger, rola pêşeng a tevlêkirina hemû pêkhateyan di nava saziyên çand û hunerê di çarçoveya çanda netewa demokratîk de digire ser xwe.
  • Tevger, bi armanca rêxistinkirina karê çand û hunerê li herêmên nû hatine rizgarkirin çalakiyên taybet di nava meclis û komînan de li dar dixe.
  • Ji bo şano, dîlan, stranên folklorî û sînameya zarokan û pêşengeh li gorî derfetan mîhrecan di dîrokên cûda de têne lidarxistin.
  • Ji bo derxistina şano û rêzefîlman di radyoyan de di bin sîwana Komîna Şanoyê de kar werin kirin.
  • Xurtkirin û berfirehkirina sînamageriyê; çêkirina fîlm, belgefîlm û fîlmên karton.
  • Tevgera Mezopotamiya ya çandê bi hemû saziyên xwe, çalakiyên taybet ji bo pêşxistina hunera zarok li dar dixe.
  • Parkên hunerî li bajarên guncaw ava bikin.”
 

 ANHA / QAMIŞLO