
PEN’a Kurd, Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê û Bizava Aştiya Navxweyî li Hewlerê biryarên encamnameya konferansa “Aştiya navxweyî û yekbûnê” aşkere kir. Di salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî de bi beşdariya gelek delegeyên PEN’a Kurd, Yekîtiya Parlementerên Kurdistanê û Bizava Aştiya Navxweyî li bajarê Hewlerê yê Herema Federe ya Başûrê Kurdistanê konferansek hat li darxistin. Konferansa ku li ser “Aştiya navxweyî û yekbûnê” hat lidarxistin ji çar parçeyên Kurdistanê delege amade bûn. Di encama nîqaşên dirêj de konferans bi dawî bû. Konferansa ku rojekekê dewam kir encamnameya wê hat eşkerekirin. Di encamnameyê de îşaret bi girîngiya aştiya navxweyî û yekrêziya Kurdan ji bo ku gelê Kurdistanê bigihîje armancên xwe hat kirin û hat gotin: “Wekî din beşdarên konferansê yên ji hemû sazî û rêxistinên her çar aliyên Kurdistanê dixwazin ku bi rêya diyalog û danûstendinan pirs û aloziyên xwe çareser bikin.”
Berjewendiyên gelê Kurdistanê
Pêkhateyên konferansê şerê navxweyî ku wekî “şerê xwekujiyê” bi nav kirin bi temamî red kirin û gotin, “Erka rewşenbîrên Kurdistanê prensîbên aştiya navxweyî dipejirîne û di hemû qadên jiyanê de ji bo sepandina wan hewl dide. Piştgiriya rewşenbîran ji bo hewldanên belavkirina bîr û ramanên aştîxwaziyê û çanda hevqebûlkirina di civakê de dê xwedî roleke girîng be.” Beşdaran ji çapemeniya Kurd xwest nebe amûra rikberiya aliyên siyasî yên Kurd û got, “Ji bo çareserkirina pirsgirêk û tevliheviyan divê berjewendiyên giştî yên gelên Kurdistanê wek bingeh û hêmayên sereke bên pejirandin. Di vî warî de beriya her kesî berpirsyarî dikeve ser milên partiyên sereke û serkirdeyên wan ên ku kilîla çareseriyê di destên wan de ye.” Herî dawî jî biryara ji bo şopandina aştiya navxweyî, sazkirina komîteyekê hat dayîn.
DÎHABER/HEWLÊR