
4’emîn Konferansa Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî bi şiyara “Azadiya Ziman di Çareseriya Neteweya Demokratîk de ye” li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn bi tevlibûna 250 delegeyan dest pê kir.
Di Konferansê de Parlamenter Husamettîn Zenderlîoglu, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, hemû saziyên sivîl, komîsyona ziman a KCD, MEYA-DER, TUHAD-DER, Egitim-sen, hemû şaxên KURDÎ-DER’ê û gelek kes amade bûn. Axaftina vekirinê Rêveberê Navenda KURDÎ-DER’ê Rifat Ozturk kir û wiha got: “TZP li hember siyaset û polîtîkayên pişaftin û tunehesibandina ku ev 90 sal in li ser gelê Kurd tê meşandin di sala 2006’an de hat damezrandin û ev 7 sal in têkoşînê dide meşandin. Em bi van hest û ramanan silavên xwe ji Konferansa Neteweyî re dişînîn ku wê di meha îlonê de li Hewlêrê pêk were. Azadiya zimanê Kurdî, azadiya gelê Kurd e, azadiya Rêberê Gelê Kurd, azadiya zimanê Kurdî ye.”
Piştre diwan hat hilbijartin û ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Endamê meclîsa daîmî ya KCD Osman Ozçelik axivî û wiha got: “Em êrîşên ser gelê Rojava şermezar dikîn. Bila cîhan û Komara Tirkiyeyê bizanibe 40 milyon Kurd li pişt gelê Rojava ye. Em kesên ku deriyê sînor ji bo çeteyan vedikin û ji bo alikariya ku biçe Rojava digirin şermezar dikîn. Serokwezîr komkujiyên li Kurdistanê çêdibe nabîne lê ji bo jina li misrê hatî kuştin dibîne, em dizanin ne raste.Dem dema tevgera siyasî û demokratike, em dixwazin bi rêya demokratîk pirsgirêkan werin çareser kirin. Em Tirkiyeyê şiyar dikîn.”
Cigira Şaredara Amedê Hafîze Îpek jî da zanîn ku 4’emîn Konferansa Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî dê bibe sedema azadiya ziman û gelê Kurd.
Parlementer Husamettin Zenderlîoglu jî destnîşan kir ku gelê Kurd yek dil û yek welate û wiha got: “Pêvajoya ku em têdene pêvajoyekî dîrokiye. Ger îro xwîn nayê rijandin bi saya Rêberê Gelê Kurde. Îro gelê Kurd di rewşek dîrokî deye. Divê em zimanê xwe di warê hunerî û jiyanî de pêş bixin. Îro 2750 ziman li cîhanê tên axaftin yek ji wan jî zimanê Kurdiye. Zimanê Kurdî bi hemû reng û dewlemendiyan li Rojhilata Navîn tê xwiya kirin.”
Konferans bi axaftina delege û xwendina rapora xebatên TZP Kurdî, nirxandina raporên xebatên perwedehiyê berdewam kir.
Di beşa doh a Konferansê de rewşa perwerdeyê, pêşniyarên di der barê siyaset û polîtîkaya derbarê ziman de, nirxandin û erêkirina rêziknameya TZP Kurdî, hilbijartina desteya ahengîsaz cîh girtin. Dema nûçeya me dihate amade kirin konferansê berdewam dikir. Tê payin piştî konferansê encamnameyek were aşere kirin û biryarên hatine girtin bi raya giştî re werin parve kirin.
AMED