
Her wiha peyama Serokê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Surî (PDPKS) Hemîdê Hecî Derwêş hate xwendin. Di peyamê de konferans li hemû ciwanan hate pîrozkirin û wiha hat gotin: “Hun hemû mêvanên me ne. Em hêvî dikin ku serkeftî be. Hemû gelê Rojavayê Kurdistanê li benda encamên konferansê û çalakiyên we ne.”
Serkeftin hate xwestin
Piştre peyama Berpirsyarê Buroya Siyasî ya YNK’ê Mela Bextiyar hate xwendin. Di peyamê de li ser mijarên wekî, “Yekîtiya ciwanên Kurdistanê û yekîtiya Kurdan, destkeftiyên gelê Kurd ên Rojavayê Kurdistanê, azadkirin û parastina herêmê ya bi hêza cewherî” hate rawestîn.
Di hemû peyaman de li ser pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin hate rawestîn û hate xwestin ku dewleta Tirk bi erênî nêzî pêvajoyê bibe. Di peyaman de her wiha li ser rola YPG’ê û parastina herêmê, rola Desteya Bilind jî hate rawestîn.
Partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê Partiya Pêşverû ya Kurd li Suriyê, Partiya Çep a Demokratîka Kurd, Partiya Yekîtiya demokratîk (PYD), Partiya Demokratî Kurd li Suriyê (ya Nesreddîn Îbrahîm), Partiya Yekîtî Kurd li Suriyê, Partiya Wîfaqa Demokrat, Partiya Niştimanî Kurdistan û Heyva Sor a Kurd hatin xwendin.
Di konferansê de peyama Komeleya Zehmetkêşanî Rojhilatî Kurdistan ku hatibû vexwendin lê nekarîbûn werin jî hate xwendin. Di peyamê de hate diyarkirin ku ew ji ber pirsgirêkên burokratîk tevlî konferansê nebûne û serkeftin hate xwestin.
Piştî peyaman, endamên dîwana konferansê ku ji 9 kesan pêk tê duh di civîna ji çapemeniyê re girtî hatibû hilbijartin hatin vexwendin. Piştî endamên dîwanê ciwê xwe girtin, konferans bi axaftinan dom kir.
ANHA/GIRKÊ LEGÊ