Endama Desteya Rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Henîfe Hisên di konferansê de axivî û lidarxistina konferansê li hemû ciwanên Cizîrê pîroz kir. Henîfe di axaftina xwe de bal kişand ser rol û misyona ciwanan di şoreşê de û aktîfkirina rola xwe di civakê de, hêza xwe di guhertina zihniyeta desthilatdar diyar dike.

Piştre perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan der barê rola ciwanan di civakê de û rapora ciwanan a salekê hatin xwendin.  Rewşa rêxistinî ya ciwanan jî di konferansê de hate nirxandin û gelek ciwana nêrînên xwe anîn ziman û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin.
Di dawiya konferansê de ji bo birêvebirina her bajarekî endamek ji bo kordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêmê  hat hilbijartin.

Biryarên konferansê
Hin ji biryarên konferansê ev in:
*  Dewama hemleya li dijî xeta xiyanetê.
*  Aktîfkirina tevgera çand û hunerê li hemû deverên herêma Cizîrê.
* Beşdarbûna şahiya ku dê di 19’ê Tîrmehê de li hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê werin lidarxistin.
*  Xurtkirina rola ciwanên gundan.
* Berdewamkirina alîkariya hêzên YPG’ê û tevlîbûna nava refên wê.
* Lidarxistina perwerdeyên bîrdozî û siyasî ji ciwanan re.

GIRKÊ LEGÊ