Rojên 5-6 gulanê li bajarê Dusseldorfa Almanyayê 3’yemîn Konferansa Çand û Hunerê ya TEV-ÇAND’ê pêk hat. Ez jî wekî mêvan beşdarî konferansê bûm û min dît, hûn nebînin.
Tevî hemû pêşketin û başiyên konfernasê, gelek kêmasî û şaşiyên wê jî hebûn. Li gorî çavdêrên par digotin, îsal hem di warê amadekariyan de û hem di warê beşdariyê de cihê hêviyê ye. Nêzî 200 hunermendên Kurd beşdarî konferansê bibûn. Beytocan gula civatê bû. Gelek hunermendên hêja jî tevli konferansê bibûn. Her çend ku aliyê baş ê konferansê li pêş be jî, hin şaşî û kêmasiyên wê jî hebûn. Bêyî ku ez zêde dirêj bikim, em dêhn û bala xwe bidin hin şaşî û nebaşiyên konferansê.
Hin kesên ku ji hêkê derketine û qalikê xwe begem nakin (na-ecibînin) beşdar bibûn. Hin kesên ku her tiştî dizanin û tiştekî nizanin jî hatibûn. Hin stranbêjên hatibûn, ji bilî karê xwe, ji bilî hunerê, ji her tiştî fam dikin, lê dîsa bi israr dixwazin ku her kes qebûl bike, ew hunermend in.
Li gorî hin stranbêjên beşdar, konferans wekî ku cihê belavkirina CD’an be, cihê amadekirina konseran be, yan cihê çêkirin û weşandina klîban be, tevdigeriyan.
Hêj nizanin ku çend notayên muzîkê hene, behsa muzîkê dikin. Kî rabe û klamekê bêje, texmîn dike ku hunermend e. Dixwaze ku sazî rabe, pere bide û jê re CD’ekê çêke. Klîbekê bikişîne û bi şev û roj di televîzyonan de biweşîne.
Malmîrat, wele ez bim li cihê wê saziyê, ne ku ez ê pere bidim û ji te re CD’ekê çêkim, ez ê pere ji te bistînim û bidin hin kesan ku ew berhemên te yên heyî ji bazarê kom bikin. Kurd guneh e, bila ji te xilas bin.
Welhasil, her çend ku ez mêvan bûm, lê dema min şaşiyên stranbêjan dîtin, min mafê qisekirinê xwest. Wan jî maf da min. Hin tiştên ku min gotine, ez ji we re jî bêjim. Atmosfera wê derê bandor li min jî kiribû, ez ketim bin bandora wê helwesta artîst, bi mînakeke dîrokî min jî “xwe derxiste pêş” dest bi gotina xwe kir: “Pêşengê Ronesansê Mikyaweliyê îtalî gotiye: “Ger tu bixwazî gel û neteweyekê bikî kole û dîl bigirî, çanda wî gelî têk bibe…” Bi vê gotinê re jî mirov dibîne ku çand çiqas girîng e. Divê her hunermendek wekî milîtanekî çandê be.” Min hinekî wisa gotinên felsefîk û qerase gotin, paşê ez hatime ser riya xwe ya rast.
Min wiha dewam kir: “Divê em bala xwe bidin ser gotina hunermend. Gelo em çi jê fam dikin! Dema kesek tiştekî bike, yan tiştekî çêke, lê civak û derdor nikarin wisa bikin. Xelk dibêje, sihetxweş, hunerek afirandiye. Wê çaxê ew hunermend e. Ji ber ku huner afirandiye. Lê yên me ne wisa tevdegerin. Kî radibe û stranekê dibêje, li ser xwe diçe, dibêje; wele ez hunermend im. Na heyran, ku pîvana hunermendiyê ev be, wê çaxê piraniya jinên Kurd, piraniya dayikên Kurd hunermend in. Ji ber ku dengê hemûyan xweş e. Lewre ya we ne hunermendî ye, hebe nebe, “dengxweşî” ye.
Evdalê Zeynîkê 200 salî berî niha strana “Mîro” gotiye, paşê Şakiro dewam kiriye û vê dawiyê Rojdayê di CD’a xwe de bi cih kir. Ev bû 200 sal em hêjî dikarin lê guhdarî bikin. Gelo îro kîjan stranbêjên Kurdan dikarin bêjin, me stranek çêkiriye, heta çend salên din dê xelk lê guhdarî bike?
Mamosteyên ku dersa zarokan didin, ji wan re dibêjin li dengbêjan guhdarî bikin, bila Kurdiya we baş be. Lê gelo îro kîjan mamoste dê cesaret bike û ji zarokan re bêje, li van stranbêjan me yên niha guhdarî bikin?”
Min hinekê wisa dirêj kir, lê ez li vir dirêj nakim, bila serê we neêşe.
Dema navber dane konferansê, hunermendekî hêja ku bi xwe ji Amedê ye, gotineke gelek balkêş got û li gorî min peyama konferansê jî di vê gotina li kulîsê de veşartî ye. Wî eynen wiha got: “Wele dinyayê hemûyê bidin min, ez naçim wan televîzyonên wan. Kuro sibê dê li Amedê zarok tiliya bidin me.”
Ev kesên wisa bi rûmet in. Cihê xwe dizanin, hêzan gel dibînin. Rêza gel digirin. Malê dinyayê red dikin û naxwazin qîmeta wan li ba gel bişikê.


zbalekani@hotmail.com