Konferans li salona çandî ya girêdayî Desteya Çandê di bin dirûşmeya “ Zanista azad, perwerdeya azad welatê azad e” tê li dar xistin.


Bi beşdariya 350 mamoste dest pê kir

Salona ku konferans lê tê li dar xistin, bi pankartên bi nivîsên “ Bi rihê konferansa civaka demokratîk em berxwedana lehengên YPG’ê û YPJ’ê pîroz dikin, avakirina sîstema  perwerdehiya azad misogeriya avakirina netewa demokratîk e” û bi wêneyên tekoşeran, tekoşerên zimanê Kurdî û bi wêneyên  Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatin, xemilandin.

Konferans bi beşdariya 350 mamosteyên zimanê Kurdî û Erebî ji Kantona Efrînê û bajarê Helebê, 50 nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Seroka Meclîsa Rêveber Hêvî Mistefa, Serokê Desteya Têkiliyên Derve Silêman Cehfer, Seroka Desteya Jinan Fatima Leko, Serokê Desteya Bazirganî û Aborî Ehmed Yûsif, Seroka Desteya Çandê Şîraz Hemo, Seroka Desteya  Pewerdeyê Îtan Şêx Îsa, rêveberên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Saziyên Civaka Sivîl û YPG’ê hat lidarxistin.

Koferansê bi deqeyekê rêzgirtin destpê kir, piştre ji bo rêvebirina konferansê dîwan ku ji 5 kesan pêk tê, hate hilbijartin. Axaftina Destpêkê ya konferansê ji aliyê Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Îlham Ehmed ve hat kirin. Wê li konferansê li gel girtina biryarên girîng derbarê pêşxistina sîtema perwerdehiyê li Kantona Efrînê, dozên perwerde û hîndekariyê yên Kantonê jî werin gotûbêj kirin. 


 ANHA/EFRÎN