Derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de Çiya Kurd diyar kir ku bi berxwedana gel Kurdan di qada siyasî ya Sûriyê û herêmê xwe çespand. Çiya Kurd derbarê metirsiyên vê qonaxê de wiya got: “Hin hêzên derve wekî Qeter, Erebistana Siûdiyê, Tirkiyê û li paş van jî Emerîka hewldidin pirsa Kurdan di civîna Cenevre-2 de neyê gotûbêj kirin û doza Kurdan pûç bikin. Ev yek jî tê wateya berdewama siyaste rêjîma Baasê li dijî gelê Kurd e.”
Çiya Kurd di axaftina xwe de bal kişand ser civîna Hewlêrê ya di navbera MGRK’ê û ENKS’ê de û diyar kir ku divê hemû aliyên siyasî yên Kurd ji bo rê li pêşiya siyasetên dewleta Îran, Tirkiyê û Sûriyê yên ku hewldidin civîna Cenevre-2 bikin hevpeymaneke Lozan a nû, bigirin, divê yekîtiya xwe xurt bikin.
Sekretêrê Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kurd Mihyedîn Şêx Alî axaftinek kir û rewşa giştî li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê nirxand û wiha got: “Komkujiyên li Sûriyê rûdane, destê Kurdan têde tune ye û ji destpêka Şoreşê ve ji bo çareseriya aloziya Sûriyê Kurdan rêya aştiyê pejirand.” Derbarê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de Şêx Alî wiha got: “Em bi Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re ne û ev nakokiyên di navbera herdu meclîsên Kurd de tenê pêleke û dê derbas bibe û kurd ti carî destên hev bernadin.” Serokê beşê Efrînê yê ENKS’ê Abdîn Bekir banga xurtkirina yekîtiya Kurdan di civîna Cenevre-2 de kir û wiha destnîşan kir: “Ji bo Kurd di civîna Cenevre-2 de tiştekî bi dest xwe nexin, dijminên Kurdan di vê dema dawî de ji bo parçekirin û tevliheviyê tevdigerin, ji ber vê yekê divê hemû aliyên siyasî yên Kurd yekîtiya xwe xurt bikin.”
Piştre rapora salane ya Jûreya Endeziyarên Herêma Efrînê û çalakiyên salekê ku pê rabûne wekî “beşdariya Jûreya Endeziyarên di piraniya çalakiyên Saziya Civaka Sivîl, gera li ser hemû saziyên xizmetê yên herêmê, diyarkirina cihên kevir û mermer û erêkirina 3 cihan, çareserkirina hemû pirtûkên ku hatine Dadgeha Gel ên têklîdarî erdan” hate xwendin. Piştî ku rapor hate xwendin, rêziknameya Jûreya Endeziyarên Herêma Efrînê bi rêya dengdayînê hate dayîn. Piştre endeziyaran karên ku divê pê rabin gotûbêj kirin. Her wiha di dawiyê konferansê de ev biryar hatin girtin. Di dawiya konferansê de desteya rêveber ku 21 kesan pêk tê hate hilbijartin.
ANHA/EFRÎN