Bi tevlîbûna bi dehan ji xwediyên kargehên guvaştina zeytûnan , nûnerên Desteya Pejiyanî, Desteya Ceyranî, Karsazî, Wezareta Hundur, Endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk, saziyên civaka sivîl li Kantona Efrînê koferansa yekemîn a damezirandina komeleya destkariya givaştina zeytûnan li avahiya Saziyên Civaka Sivîl li dar xist. Konferansê bi rêzgirtin dest pê kir. Piştre Endamê Desteya Rêveber yê Tevgera Civaka Demokratik (TEV-DEM) Bedran Çiya Kurd li ser rewşa siyasî ya dawî û êrîşên ku bi ser herêmên Kurdan de axivî û got, "pêwîst e ku em riya fikra Rêberê gelê Kurd Abdulah Ocalan bişopînin ji bo avakirina civakeke azad, exlaqî û demokratîk, li hemberî hemû êrîşên hovane rawestin.” Piştî axaftinê destûra damezrandinê ji aliyê endamê komîteya amadekar Mihemed Hesen ve hate xwendin û nîqaşkirin. Di dawiya konferansê 7 kes ji bo birêveberiya kar û xebatên komeleyê hatin hilbijartin.
EFRÎN