Konferansa jinan li Hewlerê di 22-24’ê Gulanê hate lidarxistin.
ji bo jinên Kurd, ev Konferans gelekî gerîng bû. Ji herçar parçeyên Kurdistanê jin tevlî wê Konferansê bi bûn.
Gelek nîqaşên gerîng li ser rewşa siyasî û konferansa netewî hatin kirin. Yek ji mijara herî gerîng ya kotaya jinan bû. Ji bilî wan mijaran jî, mijarek jê pirsgerêka jinê û çareseriyên wê û herwiha mijara navendê hate nîqaşkirin.
Ji bo min ev konferans gelekî gerîng bû. Ji ber ku xeta konferansa netewî diyar bû û çareke dinê diyar bû ku pêwistiya jinên Kurd zêdetir hev nasbikin û bihevre nîqaş bikin. Em nikarin bibêjin, piştî konferansa Amedê û ya Hewlerê ku hemû jinan hev nas kirine û pirsgerêken xwe çareser kirine.
Pêwistiya jinên Kurd ji bo ku navendekê jinan birêve bivin, ewe ku komeke hewldanê ava bikin, ji bo ku baştir hev nas bikin û baştir hasisiyetên parçeyên Kurdistanê fêm bikin.
Herwîha pêwistiya jinên Kurd bi xebateke wisa heye, ku meclisekê jinan ava bikin û ber navendekê ve bimeşin. Bi du heb konferansan ev pirsgerêk nayin çareser kirin û pewistiyên jinên Kurd ji koferans û çivînan zêdetir xabatan heye.
Li gorî baweriya min, li wê konferansê mijarên gering hatin vekirin û pêwistî ji bo çareseriyan berfirehtir bê nîqaşkirin. Minak didim; li Ewropa kotaya jinan di hemû beşen çivakê, parlemento û di partiyên siyasî de heye. Heya di hilbijartinan de jî kota jinan cîhekî gerîng digre. Ji bo wê jî, pêwiste ku jinên Kurd vê nîmune ji xwere bigirin.
Li gorî baweriya min, encamenameyeke gelekî gering ji wê konferansê derket û pêwistiya gelê Kurd bi yekîtiyekê heye û pêwiste gelê Kurd ji her demê zêdetir yekîtiyeke xwe ava bike, hinek pirsgerêkan vekirî nîqaş bike. Weke teçrîda li ser birêz Abdullah Ocalan û girtina siyasetmedarên Kurd û operaşiyonên dewleta Tirk bibe mijareke nerazîbûna hemû partiyên Kurd.
Jinên Kurd mesaja yekîtiya jinên Kurd dan, pewiste partiyên Kurd jî, mesaja yekîtiya netewî bidin.
Îro çavê dost û dijminê Kurdan li wê konferansê ye. Ji bo we em baş bifikrin, baş xizmetê bikin û ençamekê serkeftî jê derxinin.
Konferansa jinan a navnetewî