2’yemîn Konferansa Netewî ya Jinên Kurd, li Salona Saad Ebdillah a Hewlêrê destpê kir. Di konferansa ku bi rêzgirtin destpê kir de, axaftina destpêkê hat kirin. Endama Komîteya Amadekar a Konferansê Amîna Zikriyan li ser girîngiya konferansê rawestiya û got: “Her yek ji me, ji parçeyek cuda be, lê hezkirina me yek e.”
Axaftina vekirinê ji aliyê Parlementera Amedê Leyla Zana ve hat kirin. Zana piştî xêrhatina hemû jinên Kurd kir, diyar kir ku ew bi navê Komîteya Amadekar dixwestin ku hemû jinên Kurd beşdarî vê konferansê bibin û konferans li stadyumeke mezin bihata lidarxistin.
Zana bal kişand ser dîrokê û têkoşîna jinan û têkoşîna giştî ya Kurdan ji bo azadiyê û got; “Ev konferans ji bo hemû jinên Kurd ronensansek e.” Zana bal kişand ser girîngiya têkoşîna jinên Kurd a ji bo yekitiya neteweyî û diyar kir ku jin di vî warî de pêşeng in.
Zana destnîşan kir ku divê beriya her tişê aramiya di nava Kurdan de pêk bê û diyar kir ku heta aramiyek nebe azadî jî nabe. Zana diyar kir ku dem dema yekitiya Kurdan e û got ku divê Kurd êdî çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin, ji bo vê yekê roleke mezin dikeve ser milê jinên Kurd.
Leyla Zana got; “Ya girîng yektî ye” û diyar kir ku divê her partiyek nebêje destpêkê ez, ya di konferansê de girîng yekitiya neteweyî ye û got; “Pêwîstiya dadê bi dengê jina Kurd heye, divê em dengê xwe bikin yek. Divê êdî Kurd bi hev re stratejiya xwe ya dem dirêj û dem kurt diyar bikin.”
Bi giştî 186 jin ji Bakûr, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistan û Ewropayê beşdarî konferansê dibin. Ji vana 96 delege ji Başûr, 55 ji Bakûrê Kurdistanê, 24 ji Rojhilat û 17 jin jî ji Rojavayê Kurdistanê beşdarî konferansê bûn.

Bi panêlan dom kir
Konferansa Netewî ya Jinên Kurd a 2’yemîn, li bajarê Hewlêrê bi tevlibûna gelek jinên ji her aliyên Kurdistan û derveyê welat dest pê kir bi axaftinan didome. Di konferansê de der barê pirsgirêkên neteweyî yên jinên Kurd de panele hat lidarxistin.
Di panelê de, delegeya Rojhilatê Kurdistanê Hammo Nexşebendî axivî û diyar kir ku Kurdan bandor li siyaseta cîhanê kirine.
Hammo destnîşan kir ku jin di warê yekitiya neteweyî û siyasî de rolek pir girîng dileyîzin û got ku ew dixwazin ku dayîkên Kurd zarokên xwe bi hişmendiya neteweyî mezin bikin. Hammo Neqşebendî got; “Divê em têkoşîneke neteweyî bimeşînin. Dijminên me her tim hewl dan ku dubendî têxin navbera me. Divê em li hemberî vê yekê bibin yek. ”
Delegeya ji Rojavayê Kurdistanê Cîhan Mistefa jî destnîşan kir ku gelê Kurd yek ji kevnartirîn gelên herêmê ye û got; “Em gelek pir kevnar in. Me gelek car vê yekê got. Em beriya Tirkan jî li vir hebûn. Her kes bû xwedî dewlet, lê em nebûn” û wiha domand: “Gelek gelên ku ji me kêmtir, bûn xwedî dewlet. Lê em nebûn. Ez li sedema vê yekê geriyam. Min sedema vê ji Kurdogolan zanî. Min got gelo çima em heta beriya vê civînê li hev neciviyane. Formulên siyasî û zextên dewletê. Lê faktorên cûdatir jî hene. Ez dixwazim behsa faktorên navxweyî bikim. Erdnîgariya Kurdan çiyayî, ji ber wê jî Kurd li deverên çiyayî dijîn, ev yek jî bû sedem ku Kurd ji hev cûda, bi awayê kom bi kom bijîn. Me ji xwe re şansek ji bo dewletê nedît. Em belav bûn. Rola sîstema aboriyê jî heye. Em ewqas bûne dilsozên olî, bandora ol li ser pirsgirêka neteweyî jî heye. Ger em sedema bihejmêrin, dê dirêj bibe û biçe. Hêvîdar im dê ev konferans ji bo yekitiya Kurdan astek nû be.”

ANF/HEWLÊR