Jinan di konferansê de diyar kirin ku pêwîste jin yekîtî û piştgiriya hev xurt bikin û xwe bi hêz bikin. Jinan xwest li hemberî siyasteê vîn û yekîtiya neteweya xwe xurt bikin. Konferans, bi dirûşma “Bi îradeyek azad û fikrekî azad, bi rêxistinkirin û serbixwebûna jinan civakeke demikorat biafirinin” pêk hat. Di konferansê de Endama Meclîsê Necibe Omer di kongirê de axivî û wiha got: “Divê jinên kurd li hember hemû şêweyên helandinê û tunekirinê tekoşina xwe xurtbikin. Ji ber ku ev erk dikeve li ser mile hemû jin û ciwanên kurd. Heta em tekoşina xwe xurt nekîn emê hertim rasti zordari û tunebûnê bên. Ji ber vê dive em tebikoşin. Her tişt bi têkoşîn û berxwedanê tê bidestxistin. Ji ber vê yekê divê li her derê li her derê Kurdistanê yeketîya jinê xurt bibe û xebatên xwe bi awayekî herî baş bimeşînin.”
Endamên Meclîsa Jinan di encama civînê de diyar kirin ku hemû jinên di xebatên meclîsê de cih digirin divê ji bo xebat û rêxistin û planên xwe di asta herî jor de têkoşînê bidin. Divê hemû jinên ciwan li hemberî tundiyê têbikoşin. Divê ji bo yekîtî û parastina mafên xwe têbikoşin.


 HEWLÊR