2. Konferansa Meclîsa Jinên Êzîdî ya Elmanya, 24'ê Çile bi dirûşma "Ji Kobanê heta Şengalê bijî berxwedana jinan" li Zanîngeha Bîelefeldê bi tevlîbûna 150 delegeyan hat lidarxistin. Konferans ji bo bibîranîna cangoriya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê Binevş Agal (Bêrîtan) a di 18'ê Çileya 1989'an de li Cizîra Botan jiyana xwe ji dest dayî hat organîzekirin.  Delegeyên konferansê destnîşan kirin, ku di sedsala 21'an de di kesayetiya jinên Kurd ên Êzîdî de li Şengalê destaneke nû tê nivîsandin û jinên Êzîdî di şopa 'Şehîd Bêrîvan' de di jiyana azad de israr dikin. Di konferansê de biryar hat dayîn ku navê Meclîsa Jinên Êzîdî weke Meclîsa Şehîd Bêrîvan bê guhertin. 


Biryarên girîng hatin dayîn

Di kesayetiya Fermandar û Berdevkê YŞB'ê Berxwedan Tolhildan ê di Pêngava Azadkirina Şengalê de roja 23'ê Çileyê jiyana xwe ji dest da, konferans diyarî tevahiya cangoriyên Kurdistanê hat kirin.  Di dawiya konferansê de rêveberiyek ji 27 kesan a Meclîsê hat hilbijartin û ji bo xebatên dema pêş biryar hatin girtin. 

Hin ji biryarên hatine girtin bi vî rengî ne: "TJKE û Meclîsa Bêrîvan kampanya xwe ya hevbeş bi navê 'Azadiya Jinên Şengalê Azadiya Mirovahiyê ye' bi ruhê neteweya demokratîk têkoşîna azadiya jinê bilind dike. Di çarcoveya kampanyayê hevbeş a ' Azadiya Jinên Şengalê Azadiya Mirovahiyê ye' de bi berdewamî şandina Şandeyên jinên kurd ji penaberên Şengalê dike rojeva xwe û der barê rewşa revandina keç û jinên Êzîdî de lêkolînek dide destpê kirin û azadiya wan ji xwe re esas digre. Li ser esasê Neteweya Demokratîk, Rêveberiya Xweser û Wekhev, afirandina hişmendiya civakek azad, kar û xebata xwe dimeşîne. Li hemberî hemû cûreyên şîdeta ku li dijî jinê tê meşandin wek mînak; zewaca di temenê biçûk de, berdêl, zewaca pirr jinî û bi darê zorê, wê Meclîsa Bêrîvan li ser hîmê avakirina wekheviya civakê têkoşînek xurt bide meşandin.

Dîsa li gor biryaran bi şiyara ‘Tu jinekê ne bi tenê ye – bêrêxistinkirî nemîne’ hemû jinên Êzîdî li cihê ku lê dijîn bi komîte û komîsyonan bên birêxistinkirin. 

Bi hevkariya Navenda jinan a Utamarayê û FKÊ wê Meclîsa Bêrîvan di meha Hezîranê de di çarçoveya kampanyayê 'Ji Qelen re NA' konferansek li dar bixe. Di gelek civîn û Kongreyên Federasyonê de biryara rakirina qelen, şîdet, berdêl, zewicandina temenê biçûk hatiye stendin, lê belê di aliyê pratîkê û ferasetê de têkoşîneke bi biryar nehatiye meșandin. Di vî alî de divê biryara me bibe têkoșîna me. Meclîs wê ji bo xebatên dîplomasiyê komîteyek ava bike. Ev komîte bi buroya aştiyê ya Jinên Kurd CENÎ re hevbeş xebat dide meşandin her wekî din jî di beşa çapemeniyê de wê komîteyek bê avakirin û bi çapemeniya kurdî hevbeş xebatê dide bi rê ve birin. Meclîsa Bêrîvan wê di avakirina Xweseriya Şengalê de rola xwe ya pêşengtiyê bi awayekî çalak bi cîh bîne. 

 ANF/BÎELEFELD