Li bajarê Bîelefeld ê Elmanyayê, wê di 11-12’ê Adarê de Konferansa Jinên Şengala ya Navneteweyî were lidarxistin. Komîteya Amadekar a Konferansê daxuyaniyeke nivîskî da û got: ‘’Di ser êrîşa qirker a 3’yê Tebaxa 2014’an re, ku bi destê DAIŞ’ê bi ser Êzîdiyên Şengalê de pêk hatî 2 sal û nîv çûn. Ev êrîşa qirkirinê ya ku ji hêla Êzîdiyan ve weke Fermana 73. tê binavkirin, di heman demê de qirkirina jinê ye jî. DAIŞ’ê bi rengekî sîstematîk û plankirî  qirkirina jinan pêk anî û armanc kir ku Êzîdiyên Şengalê qir bike.’’

Di daxuyaniyê de hate gotin Fermana 73. a bi ser Êzîdiyan de bi taybetî divê weke qirkirina jinê were nirxandin û wiha hate gotin: “Bi ya me şertên ku rê li ber 3’yê Tebaxê vekirin, qirkirin û rewşa piştî qirkirinê ya li Şengalê hê baş nehatiye vekolan. Li gel vê, bi ya me divê qirkirina DAIŞ’ê ya bi ser Êzdiyên Şengalê de ji perspektîfa jinê were nirxandin. Ji ber vê hewcetiyê, bi sernava, ‘’Li dijî Qirkirina Baweriyê ya bi ser Jinên Êzîdî de û li dijî Êrîşên Qirker ên Zayendî Berxwedan û Rêbazên Têkoşînê’’ em konferanseke navnetewî li dar dixin.

Di navbera 11-12’ê Adara 2017’an de di konferansa xwe de ya ku wê li Bîelefeld a Elmanya wê pêk were, bi nîqaşên li ser civaka Êzîdî û kêşeyên jinan ên dîrokî û rojane, em armanc dikin ku sûdê li nasîna statûya Şengalê ya Xweser û Rêxistinbûyina wê bike ku bibe bersiv ji pêdiviyên civaka Êzîdî û pêdiviyên jinan ên bawerî, çandî û civakî re. Armanca herî sereke ya konferansa me ew e ku qirkirina li ser Êzîdiyan di dadgehên navnetewî de were dîtin, di serî de DAIŞ û PDK ya ku Êzîdî bê parastin hiştin, berpirsên hêzên herêmî werin teşhîrkirin.’’

Nerazîbûna li dij êrişa PDK’ê

Di daxuyaniyê de li se êrîşên PDK-AKP’ê jî hate sekinandin û wiha hate gotin:

‘’Êrîşa bi hevkariya TC-PDK’ê YA 3’yê Adarê ya bi ser Şengalê de careke dî nîşan daye ku bêyî ku Şengal Xweser bibe Êzîdî nikarin azad bibin û rizgar bibin. Ji ber ku ji bo Êzîdiyan li bilî komkujî, koçberî û pişaftinê ti vebijêrkeke nehatiye hiştin. Civaka Êzîdî û jinên Êzîdî li hemû qadên jiyanê di bin zext û zordariyekê de ne. Ji bo vê jî bi vê konferansa ku em ê bikin, wê bike ku Êzîdî bi nasnameya xwe ya netewî û baweriyê re werin cem hev, li ser zemîneke rast xwe birêxistin bikn û tora hevgirtina navnetewî wê xurt bike.’’  


 NAVENDA NÛÇEYAN