Ev cara yekem bû ku hemu partiyên Kurdistanê li konferansê amade bûn.
Ev cara yekem bû ku ronakbîrên Kurd bi saziyên Kurdan dikarîbûn beşdarî konferansê bibin.
Bi baveriya min ev gav di dirokê de dê cihekî girîng bigire.
Ji 17’ê mehê heta 18’ê mehê, du rojan nîqaşên girîng hatin meşandin.Niqaş dijwar bûn; lê dîsa jî encamêk hat îlankirin.
Dengekî hewbeş li dijî Makezagona Tirkiyê de ji nû ve tê honandin û para kurdan tê de nîn e, bilind bû.
Pêşniyar hebûn:
- Divê di yasaya bingehîn de kurd jî xwedî nasnameyê bin;
- Divê statûya kurdan were naskirin;
- Divê di hemû qanadn de kurd jî xwedî par û deng bin.
Niqaşêk girîng jî li ser olên ku li Tirkiyê de hene hat darxistin.
Di vê derheqê de jî pêşniyaz û daxwaz hebûn. Mijarêk din li ser parlamena Tirkiyê û nûnerên BDP’yê bû:
Nûner vergerin Enqarayê an na?
Bombebaarana Arteşa Tirk li başûrê Kurdistanê bu hedefa rexneyên hemû partiyan.
Êrîşên Îran û Tirkiyê yên hewbeş li çiyayê Qendîlê jî bû mijarêk niqaşê.
Beşdarên konferansê li ser agirbestê rawestiyan. Ji bo min tiştê herî balkeş rêzdarî li gel ditînan bû.
Herkes serbest diaxifiya.
Herkesî bi rêz gûhdarî dikir.
Tûjî nîn bûn
Konferansêke azad;
Ditînên azad û gûhdarên azad;
Ev konferans li gor dilê min bû.
Daxwaza têkilbûna hemû Kurdan ji her perçayê Kurdistanê, di konferansekê de; ên xeyal bû realîtaşa konferansê.
Encamê de komîsyon hatin damezrandin. Komîsyon divê hewl bidin ku ji hemû perçeyên Kurdistanê hêz û rexistin di konferansêkî de werin cem hev.
Divê dengê Kurdistanê yek be.
Konferansê komkûjiya 1915’an şermezar kir û ji xwe re kir armanc ku; êdî divê li dijî tu gelî komkûjiyê naye ceribandin.
Konefrans ji bo têkiliyêkî dadî jib o hemû kurdan destpê xebatêkî berfireh bike. Li gor konferansê dive ji bo aştiyeke berfireh gav werîn avetin. Dive hemû têkilî li gel raya giştî zelal bin û her gav ji aliyê gel jî were zanîn.
Li gor konferansê dive hemû operasyonên leşkerî werin rawestandin.
Divê hemû alî şer rawestînin.
Divê ji bo aştî gavên nû werin avêtin.
Divê ji bo makezagonê, hezên demokratîk jî bibin hevkarê xebatê, da ku makezagoneke demokratîk û aştixwaz vere amadekirin…
Ji bo min, dîmenên herî noşdar; têkiliya Kurdan bû. Heger ev xebat ji bo konferansêke berfireh a Kurdistanî bibe bingehêkî nimûne; ê ji bo Kurdan serkeftineke bilind vere holê. Tenê xebatêke hevbeş û azadî di navbera Kurdan de dikare, pirsgirêka Kurd di nav xwe de bibe çareseriyê. Heger Kurd di têkiliyên xwe yên navxweyî de çareser bikin, dê pirsgirêka Kurdsiatn jî her çareser bibe.