Înstîtuta Navneteweyî ya Lêkolîna Civakên Kurd (IISKS) û Zanîngeha Soranê îsal piştî damezrandina xwe yekemîn konferansa xwe ya zanistî li bajarê Elmanyayê Frankfurtê li dar dixin. Konferans wê di navbera 16 û 19´ê Îlona 2017´an de bi rê ve biçe.

Konferans wê ji bo minaqeşeyên giştî yên hemû disîplînên li ser civakên Kurdî be. Piştî ku gotar hatin qebûlkirin, wê di demeke kurt de bernameya konferans bête eşkerekirin. Ji bilî wê beşa Zimanzaniyê ya Zanîngeha Johann Wolfgang Goethe ya li Frankfurtê jî piştgiriya konferansê û mêvandariya wê dike.

Zanîngeha Soran sala 2009´an hat damezrandin û qederê 3 hezar xwendekarên wê hene di beşên Hiqûq, Huner, Zanistên Fenî, Muhendisî û Perwerdehiyê de.

Herçî heyeta zanistî ya konferansê ye ji Prof. Dr. Jost Gippert (Zanîngeha Goethe, Serokê Rûmetê ye), Dr. Behrooz Chaman Ara (birêveberê IISKS´ê ye û hevserokê heyetê ye), Dr. Nahro Zagros (ji Zanîngeha Soran), Dr. Cyrus Amîrî (ji Zanîngeha Kurdistanê), Dr. Ergin Opengin (ji Zanîgeha Bogaziçiyê), Dr. Joanna Bocheńska (ji Zanîngeha Jagiellonian), Dr. Eyyub Kerîmî (ji Zanîngeha Soran), Dr. Hashem Ahmadzadeh (ji Zanîngeha Uppsalayê). 


 FRANKFURT