6’emîn Konferansa Meclîsa Gel a Demokratîk di şexsê Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez de diyarî cangoriyên pêvajoyê hatiye kirin. Û di konferansê de ji bo derbaskirina pirsgirêkan hatiye destnîşan kirin ku pêwîst e li ser pêşxistina perwerde û rêxistinkirina qada bîrdozî were rawestîn.
Biryarên konferansê
Di konferansê de hin biryarên hatine wergirtin wiha ne:
- Vegera gelê wargehê ya ji bo welat wê perspektîfên Rêberê Gelê Kurd esas werin girtin.
- Konferansa ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşniyar kiriye ku li Amedê were lidarxistin wê nêrîn û pêşniyarên gelê wargehê esas werin girtin
- Der barê vegera wargehê de wê pêşniyar û nêrînên gelê wargehê werin girtin
- Saziya Perwerdeyê divê ji nû ve were dest girtin
- Li gorî pêşveçûnên çandî, civakî, ilmî, wê gel xwe li ber çavan derbas bike
- Ji bo şaredariyê pêşxistina sîstema hevseroktiyê û wê hevserok pêkve werin hilbijartin
- Komun û meclîsên semtan wê werin xurtkirin û ji aliyê kesên şareza ve lewaziyên komun û meclîsan werin derbaskirin
Konferans bi dirûşmayên “Bijî Serok Apo” û çepikan bi dawî bû.
DÎHA/MEXMÛR