Parêzer Heydenreich: Dozgerê giştî yê federal ji raya giştî re gotibû, divê heps wilo bên avakirin ku karibin xwe li ber êrişên bi roketan ên PKK´ê bigirin. Ev sînyalên eşkere yên siyaseta hundir bûn. Bi zanebûn tiştên ku ne rast bûn hatin gotin.
Şemiya bihurî li bajarê Elmanyayê Munchenê bi organîzasyona Fona Alîkariya Hiqûqê AZADÎ e.V. û Navenda Civaka Kurd a Munchenê konferansek bi navê “Krîmînalîzekirina Kurdan - Jihevdexistina mafên sereke di nimûneya Bayernê de” bi rê ve çû. Mekanê konferansê EineWeltHaus a Munchenê bû. Meclîsa Penaberan a Bayernê, ROTE HILFE Munchen û tifaqa bi navê “noPAG – NA! Ji Qanûna Erkên Polîs a Bayernê re” piştgirî dan konferansê.
Endama Rêveberiya AZADÎ e.V. parêzer Heike Geisweid di axaftina xwe ya destpêk û silavkirina konferansê de îşaret bi krîmînalîzekirina ku li Bayernê êdî ji hedê xwe bihuriye û veguheriye krîmînalîzekirina piştgiriya bi Kurdan re jî kir û got, ji ber wê lidarxistina konferansê lazim bûye.
Di rûniştina yekê ya konferansê de parêzer Carl W. Heydenreich behsa paşxane dîrokî ya krîmînalîzekirina Kurdan a li Elmanya Federal kir. Heydenreich bi xwe di doza Dussledorfê ya li dijî PKK´ê de sala 1988´an parêzer bû, û ji bo wê dozê dibêje, xwedî maneyeke mezin a siyaseta derve û hundir bû. Li gorî wê hingê çerxa ewlekariyê ya dewletê li çûna RAF´ê dixwest ji bo rewabûna xwe dijberekî nû çêke û ev jî bû doza li dijî PKK´ê. Wî wiha bi hûrgilî behsa doza Dusseldorfê ya li dijî 19 kesan kir: “Dozgerê giştî yê federal siyasete şidayî ya çapemeniyê bi rê ve bir. Wî ji çapemeniyê re got, PKK ji RAF´ê jî bi tehlûketir e. Bi vî rengî weke ku PKK gefa herî mezin a siyaseta navxweyî lanse kirin.
Bi zêhniyeta hiqûqa dijmin
Di amadekariya dozê de jî, zêhniyeta hiqûqa dijmin hebû. Ji bo doza mezin tabureke polîsan a kevin a li Dusseldorfê ji nû ve hat avakirin ku nêzî hepsa Dusseldorfê bû. Weke nimûne, dozgerê giştî yê federal ji çapemeniyê û raya giştî re gotibû, divê heps wilo bên avakirin ku karibin li ber êrişên bi roketan ên PKK´ê xwe bigirin. Ev sînyalên eşkere yên siyaseta hundir bûn. Di vê dozê de bi zanebûn tiştên ku ne rast bûn hatin gotin.”
Parêzer Mathes Breuer ê ji Munchenê bi xwe behsa rewşa dawî ya taqîba cezayî ya li dijî Kurdan a li Bayernê kir. Wî got, halê hazir tenê li Munchenê niha 100 doz hene ku dewam dikin û ji ber nîşandana alayên YPG/YPJ´ê li ser medya civakî ev 100 kes ketine ber lêpirsînê. Paşê li ser meselê ew wiha peyivî: “Heger li ser dezgeheke Efûya Navneteweyî alayeke YPG´ê hebe, ev ne mesele ye. Lê ya hikûmeta federal ew e ku Kurd bi xwe ranehêjin alayan.”
Sed rengên zilma Elmanyayê
Endamê Rêveberiya AZADÎ e.V. Dr. Elmar Millich jî behsa têkiliyên Elmanya û Tirkiyeyê kir û paşê berê xwe da avahiyên piştgiriyê yên bi tevgera rizgariya Kurdistanê re: “Îro roj, ciwanên elman diçin rojava da ku mafê mirovan biparêzin, lê gava vedigerin dikevin ber taqîba hêza parastina dewleta Elman.”
Rûniştina duyê ya konferansê bi sernavê “Zext yekser li ferdan dibe, lê armanca wê her kes e!” bû û mexdûrên zilma Elmanya Federal behsa tecrûbeyên xwe kirin. Claus Schreer ku çalakgerekî dinyadîtî yê li dijî şer e, got, “Weke welatiyên Elmanyayê erka me ye ku alîkariya siyasî, aborî û eskerî (ya ji bo Tirkiyeyê) bê rawestandin.” Çalakgera Kurd, Zubeyde Akmeşe jî sala 1996´an ji ber ku slogana Bijî Serok Apo gotiye, ketiye ber taqîba dewletê û 100 Mark ceza hingê lê hatiye birrîn. Ji hingê ve bi dehan doz lê hatine vekirin. Filmçêkera ji Munchenê Uli Bez jî ji ber ku pişta Tevgera Jinê ya Kurd girtiye hatiye cezakirin bi dana 2 hezar û 800 euroyî hatiye cezakirin. Di minaqeşeyan de ya derket pêş ew bû ku yek bi yek ferd dikevin ber çerxa zilma dewletê, lê armanc ew e, her kesî çavtirsandî bikin. Yanî armanc ew e ku berxwedana siyasî û civakî ya li hawîrdora kesên dikevin ber taqîbê, bê şikandin.
Divê qedexekirina PKK´ê bi dawî bibe
Claus Schreer careke din û bi israr got, divê dawî li qedexekirina PKK´ê bê anîn û ev doz di çalakî û xwepêşandanan hemûyan de bê îfadekirin. Uli Bez girîngiya perspektîfa azadiya jinê dugêsinî kir, û Zubeyde Akmeşe jî got, ceza wê bi wê nikaribin û xwest berxwedana li dijî zextê bi piştgiriyê bê xurtkirin.
Di rûniştina dawî de nûnerên komên li dijî zexta dewletê peyivîn. Monika Morres ji AZADÎ e.V. li ser meselê got, “Angajmana (li dijî zextê) geh weke krîmînel û geh weke terorîst hat etîketkirin, lê ti carî weke xwe, yanî weke angajmaneke siyasî rewa nehat dîtin.”
Nûnerê Rote Hilfe behsa piştgiriya têkoşînan kir û got, “Heger em têkoşînên xwe yên ji hev cihê bi hev re bidin girêdan, em dikarin xurtî û hêzeke nû ava bikin. Heger em têkoşînên cihê yên li Ewrûpayê bikin yek em ê karibin bikin ku tevgera Kurd bê ser hemdê xwe.”
Ji AZADÎ e.V. Devran Dursen jî got, “Heger zext evqasî mezin e, çima piştgiriya bi tevgera Kurd evqasî mezin e? Ji ber ku mirovên piştgir ji rastbûn û rewabûna siyasî ya tevgera Kurd yeqîn dikin.”
ANF/MUNCHEN